Rêxistina Nasname û Pirsa Êzidiyan: Hereşe û birçîbûn li Êzdiyan tê kirin

Kurdistan 01:15 PM - 2023-03-18
Êzdiyên Herêma Kurdistanê PUKMEDIA

Êzdiyên Herêma Kurdistanê

Kurdistan Êzidî

Rêxistina Nasname û Pirsa Êzidiyan hersê serokatiyên Êraq, Herêma Kurdistanê û navendên navdewletî agahdar dike li binpêkirin û destwerdana Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di maf û biryardana êzdiyan de li Herêma Kurdistanê û dixwaze ku pêşî li destwerdana Partî bê girtin.

Di yadaştnameya rêxistinê de ku arastey 13 saziyên xwendina bilind ên navdewletî, Êraqî û herêmî kiriye de û jê  wêneyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatiye şandin ew karesat û bextreşiya Êzdiyan di jenosîd û awarebûna ji ber êrişên terorîstên DAIŞê de vedibêje û herweha destwerdana siyasî û hizbî li Herêma Kurdistanê li maf û biryardana Êzdiyan û dibêje: Rêxistinên berevaniyê li mafên Êzdiyan jî dikin, daxwaz dikin ku mafên wan bên dabînkirin û rê li ber destêwerdana partiyan di karûbarên pêkhatên Êzdî de bê girtin.

Destwerdana partiyan di karûbarên Êzdiyan de rawestînin
Piştî jînosayda Kurdên Êzdî di encama êrişa terorîstên DAIŞê bo ser Şingalê û bêparastina navçeyê ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve di (3/8/2014) de, bi hezaran Êzdî rastî kuştin, revandin û windakirinê hatin. Herwiha daxwaz dikin ku partî destwerdanê di karûbarên civaka Êzdî de neke.
Pêşî li destwerdan û tehdîdên PDKê bigirin

Di yadaştnameyekê de bo her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê, serokatiyên Êraqê, saziyên sivîl û olî û balyozxane û konsulxaneyên Kurdistan, Êraq û cîhanê Rêxistina Nasname û Pirsa Êzdiyan daxwaz dike: Pêwîste li hember binpêkirina mafên Êzdiyan bêdeng nemînin û rê li ber destwerdana Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û gefên wê li ser mafên Êzdiyan bigirin.
Rêxistina Nasnameya Êzdiyan dibêje: Piştî êrîşa terorîstên DAÎŞê bo ser deverên me û tawanên ku li hember Êzdiyan kirine ji ber neparastin hêzên PDK li deverê, PDK bi her awayî destwerdanê di karûbarên Êzdiyan de dike. Herwiha dest danî ser saziya olî (Encûmena ruhanî), ku Êzdî bêzar û bêhêvî kiriye.

PDK Êzdiyên Duhokê birçî dihêle

Kurdên Êzidî yek ji pêkhateyên resen ên civaka Kurd û Êraqê ne
Destûra hertimî ya Êraqê di madeyên 41, 42 û 41 û 42 de mafên civakên olî garantî dike. Herwiha bingeheke destûrî û yasayî ji bo pêkanîna merasîmên olî û civakî dide.

Rêxistina Nansname ya Êzidiyan wiha dibêje: PDK ji 3/8/2014 ve li parêzgeha Duhokê siyaseta tehdîdkirin û birçîkirina êzîdiyan dimeşîne û bêyî ku bi civaka êzîdî re bişêwire, destwerdanê di destnîşankirina mîrê Êzdiyan de dike û ev nayê qebûlkirin.

Rêxistina Nasname û PirsA Êzdiyan (EICO) rêxistineke serbixwe ye ku piştî karesata Şengalê û qirkirina Kurdên Êzdî hat damezrandin. Rewşenbîr, rêberên olî, kesayetî û rêxistinên civaka sivîl ên civaka Êzdî li Êraq û cîhanê, ji bo parastina mafên Êzdiyan û parastina nasnameyan û naskirina tawanên terorîstên DAÎŞê li dijî Êzdiyan kar dikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket