Serok Bafil: Şehîd Şervan û rêhevalên wî di parastina Kurdistanê de rol lîstin
Kurdistan 11:32 PM - 2023-03-17
Ofîsa Serokê YNK
Serokê (YNK) Bafil Talebanî û fermandarê şehîd Şervan Kobanê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya şehadeta fermandar Şervan Kobanê û 8 şervanên din peyamek belav kir û got:"Şehîd Şervan û hevalên wî xaka pîroz a Kurdistanê ji destên reş ên terorê parastin û dîrokeke tijî serwerî tomar kirin. Şehadeta wan em ji dil de xemgîn kirin."
Teksta peyamê:
Şehadeta Fermandar (Şervan Kobanê) Fermandarê Hêzên Antî-Teror a Rojava û 8 hevalên din em di nava dil de xemgîn kirin .
Şehîd Şervan û Yekîneyên Antî Teror (YAT) di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Rojava de roleke bi bandor lîstin û xaka pîroz a Kurdistanê ji destên reş ên terorê parastin û dîrokeke tijî serwerî tomar kirin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) şanaziyê bi dîroka geş a hêzên dije-terorê (CTG) li kêleka yekîneyên dije-terorê yên Rojava ji bo parastina xaka Kurdistanê û gelê têkoşer û tomarkirina çîrokên qehremaniyê dike.
Ez sersaxiyê ji Rêheval Mazlûm Kobanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Antî-Teror û hemû gelê Kurd û bi taybetî welatiyên me yên Rojavayê Kurdistanê re dixwazim û em hevparê vê xema mezin in.
Bila ruhê rêhevalan rihet be û silav li giyanê şehîdên tevgera azadiyê be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

