Kîmyabarana Helebce bi amadebûna Serokkomar hate bibîranîn
Kurdistan 03:01 PM - 2023-03-16
PUKMEDIA
Parêzgarê Helebce û Serokomarê Êraqê
Îro 16-3-2023 li parêzgehê Helebceyê Serokomarê Êraqê Dr.Letîf Reşîd, xanima yekem Şanaz Îbrahîm Ehmed, konsul û balyozên welatên biyanî , hejmarek ji serkirde û kesayetiyên siyasî û hikûmetê di merasîma bîrhanîna salvegera kîmyabaran Helebce beşdar bûn.
Serokomarê Êraqê di merasimê de gotarek pêşkêş kir û got:"Ez bi biryara Encumena Wezîran a Êraqê ku Helebce bibe parêzgeh, kêfxweş im. Xelkê Helebce hêjayî xizmetên zêdetir in ji ber ku Helebce bû ku têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurd bi cîhanê re da nasîn."
Her wiha got: “Xelkê Helebce hêjayî xizmetguzariyên zêdetir in û em çi ji destê me tê emê dudilî nebin. Ez şanazî bi wê yekê dikim ku îro di salvegera karesateke dilşewat wek kîmyabarana Helebceyê de li gel xelkê Helebce me.
Di vê çarçoveyê de, Xanima yekem a Êraqê Şenaz Îbrahîm Ehmed destegulek danî ser mezarê şehîdên Helebce û hejmareke zêde ji konsul, balyoz, serkirde û kesayetiyên siyasî û hikûmî jî gul danîn ser mezarê şehîdên Helebce.
Bîranîna salvegera kîmyabarana Helebceyê di demekê de ye ku Encûmena Wezîran biryar da ku îsal Helebce bibe parêzgeha 19emîn a Êraqê.Ev biryar gehişte parlamentoya Êraqê û dê di zûtirîn dem de li ser rûniştin ware kirin ji bo dengdayînê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

