Helebçe .. Birîna Mirovatiyê û Paytexta Aşitiyê
Kurdistan 10:21 AM - 2023-03-16
PUKMEDIA
Manamêntî Helebçe û Omer Xawer
35 sal piştî kîmyabarana
Helebçe,Encumena Wezîran a Êraqê pesend kir ku Helebçe weke parêzgeha 19emîn a Êraqê
were avakirin.
Di wê derbarê de Encûmena Serkirdatiya YNKê
bi vê boneyê spasiya hikûmeta Federal
dike û ragihand: Sembolîzma vê biryarê tezmînateke manewî ye ji bo xelkê bajêr
û handeke ji bo dermankirina birînên Helebçe di hemû astan de.
YNK: Xelkê Helebçe hêjay zêdetir e
Encumena Serkirdatiya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rêz li salvegera bîranîna qurbaniyên karesata Helebçeyê ku
tawaneke bê wêne ya dîktatoriya Baas bû li dijî gelê me û digre û silav li ruhê
pak yê şehîdên karesatê dike û pîrozbahî li xelkê xweragir yê parizgehê jî kir
bi boneya biryara bifermî nasandina Helebçeyê wek parêzgeha 19 ya Êraqê. Herweha
Destxweşî li hikûmeta federal kir ku ev biryar tezmînateke manewî ye ji bo
xelkê bajêr û hande ta weko di hemû astan de qerebûkirina avadankirin û
dermankirina birînên Helebçeyê bike.
Mekteba Siyasî ya YNKê
bi boneya salvegera wê karesatê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku YNK hem
rasterast û hem jî bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê têdigihe ku birînên
parêzgeha Helebçe derman bike û di warê bextewarî û xizmetguzariyê de ji bo xem
û azarên xelkê Helebceyê xizmet bike
Ew di wê baweriyê de ye
ku tişta ku ji bo paytexta xem û xema Şarezorê hatiye kirin heta niha jî têrê
nake û kême li hember qurbaniyan ji ber ku xelkê Helebçe hêjay zêdetir û
zêdetir in.
Daxwaza bidawîkirina rêkarên parêzgarbûna Helebçe dikin
Emdamê
Encumena Nûneran di Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) weke
nûnerê xelkê Helebçe li Parlamentoya Êraqê daxwaz ji serokwezîrê Êraqê kir ku rêkarên
parêzgebûna Helebçe bidawî bikin .
Pêştir endama
parlamentoya Êraqê ji Fraksiyona YNKê Çiro Heme Şerîf ji malpera fermî ya
Yekîtiya Niştimanî (YNK) re ragihand: wek nûnera Helebçeyiyan li Parlementoya
Êraqê daxwaza temamkirina rêkarên parêzgahbûna Helebçe arastey serokwezîrên
Êraq kir, Herwaha got: Nameya me geheşte civata wezîrên Êraqê û li gor
lêkolînên min hewildanek heye ku Encûmena Wezîran a Iraqê roja 16ê Adarê di salvegera
kîmyabarana Helebce de biryarê li ser parêzgariya Helebce bide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

