Mekteba Siyasî: Divê zêdetir xizmet û geşbûn ji Helebce re bê kirin
Kurdistan 06:44 PM - 2023-03-15Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 35emîn salvegera kîmyabarana Helebce peyamek belav kir.“Trajediya Helebce birîneke dîrokî ye ku di laşê welat û neteweya me de nehatiye dermankirin û gelê me û YNK di wê baweriyê de ne ku tişta ji bo vî bajarî hatiye kirin hêj kêm e û ne li gor qurbaniyên mezin in, ji ber ku gelê Helebce zêdetir heqê wan e.”
Teksta peyamê:
Daxuyaniya Mekteba Siyasî bi boneya 35 saliya Kîmyabarana Helebce
Salvegera kîmyabarana Helebce û derdora wê bi rûxandina rêjîma Baas birîneke dîrokî ye, bê derman e di laşê welat û miletê me de ye.
Êşa mirovî ya vê karesatê, Helebce kir nasnameya neteweya bindest, ku di heman demê de li hember êş û azarên ku bi serê gelê me de dihatin, wijdanê mirovatiyê hejand.
YNK hem rasterast û hem jî bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê kar kiriye,bo dermankirina birînên parêzgeha Helebce û xizmetkirina vê doza berfireh di warê xweşî û xizmetguzariyê de, êş û janên xelkê Helebce têgihîştin, bê dudilî ji bo wê têdikoşin.Em di wê baweriyê de ne ku tişta ji bo vî bajarî hatiye kirin hêj kêm e û ne li gor qurbaniyên mezin in, ji ber ku gelê Helebce zêdetir heqê wan e.”
Îsal di rojê 13 adarê di nêzîkbûna vê salrojê de, civata wezîrên Êraqê tedbîrên federalî yan jî proje yasaya parêzgehkirina Helebce pesend kir, ku em hêvîdar in di nêzîktirîn derfetê de bi yasaya federalî weke parêzgeha nozdemîn were hesibandin.
Ev pêngav weke berpirsyariyeke exlaqî û îdarî ye ji bo vekirina derfetên zêdetir ji bo xizmetguzarî, dewlemendî û tezmînatê ye.
Em tekezî li ser wê yekê dikin ku hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî Hikûmeta Federal li gorî şanaziya bajêr xizmet û geşbûna zêdetir pêşkêş bikin.Em bejna xwe li hember ruhê şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê ditewînin û wefadarî û keda xwe ji bo malbatên qurbaniyan û birîndaran dubare dikin.
Buroya Siyasî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20