Talebanî û Zêdan: Rê nadin destêwerdanên siyasî di dadgehan de

Kurdistan 05:22 PM - 2023-03-15
Qubad Talebanî û Zêdan dadweriya Herêm û Êraqê gotûbêj kirin PUKMEDIA

Qubad Talebanî û Zêdan dadweriya Herêm û Êraqê gotûbêj kirin

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî û Fayiq Zêdan wiha gotin: Em rê nadin destêwerdanên siyasî di mijarên dadgehan de.

Cîgirê serokwezîran ê herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi serokê encûmena bilind a dadwerî ya Êraqê Fayiq Zêdan re hevdîtin kir û di wê hevdîtinas du qolî de, behsa rewşa dadweriya Herêma Kurdistanê û Êraqê û çawaniya xurtkirina peywendiyên di navbera herdu aliyan de bi awayekî dadwerî kirin.

Di dîdara de ku di roja 15 Adara sala 2023 de li Silêmanîyê hat sazkirin û tê de hejmarek endamên dadgeha temyîzê û hejmarek dadwerên hukûmeta Herêma Kurdistanê beşdar bibûn, herdu alî li hev kirin.

PêywîstIya xurtkirina peywendîyên dadwerîyên navbera herêmê û desthilatdarIya federal bi taybetî li ser veguhastina ezmûn û hevkarIya bêhtir di navbera encûmena dadweriya Herêma Kurdistan û encûmena bilinda dadwerîya Êraqê de hat tekezkirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket