Civînê bi dirûşmeya “Piştî 20 salan Êraq û navçe di nava Alangariyên nû yên cîhanî de” dest pê kir
Kurdistan 11:09 AM - 2023-03-15
PUKMEDIA
Serok Bafil Talebanî û serokwezîrê Êraq Mihemed Şeyai
Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û şandeke pê re bi
xêrhatina mêhvanan kir ku ji Serokwezîrê Êraqê Mihemed Şeya Sûdanî, Serokê
Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li
Êraqê Jennifer Plaschardt û şanda li gel, Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Êraqê
Fayeq Zêdan, hejmareke zêde ya serkirdeyên partiyên siyasî yên Herêma
Kurdistanê û Êraqê, balyoz û konsul û hejmareke berçav ji dîplomatên Herêma
Kurdistanê kir û gihîştin Silêmaniyê û wê beşdarî dîdara Silêmanî bibin ku 2
rojan berdewam dike.
Îro
15-3-2023 bo cara heftemîn zankoya Amerîkî ya Silêmaniyê dîdarekî bi vî rengî
lidar dixe û mijarên weke siyaset, aborî, jîngeh, yasa, mafên mirovan,
tendirustî, enerjî û gelek mijarên din ên giring dê bên gotûbêj kirin.
Di civîna du
rojî de, rewşenbîr, pispor û berpirsên herêmê û cîhanê dê bicivin û li ser
mijarên herî girîng ên herêmê gotûbêj bikin û nêrîn û xalên lihevnekirinê
pêşkêş bikin, ev derfetek degmene ji bo komkirina kesên eleqedar bi karûbarên
herêmê. diyalogeke siyasî û stratejîk ku di cîhana îro de girîng e.
Dîdara
Silêmanî rastî girîngiyeke mezin a medyayê hat û gelek hevpeyvîn û alingariyên
agahiyan bi kesayetiyên navdar re encamp da, ku di dawiyê de dê pêşniyazî û
çareser bo pêşhat û kêşey navxweyî û cîhanî dîxe berçav.
Dirûşmeya
civîna îsal “Piştî 20 salan Êraq û navçe di nava alangariyên nû yên cîhanî de”
ye.
Ji bilî
beşdarên civînê, hejmareke zêde ya rojnamevan û kenalên medyayî yên navxweyî û
biyanî mijûlî rûmalkirinê ne û weke bûyereke medyayî ya girîng tê dîtin.
Dîdara
Silêmanî hewl dide raman û nîqaşan wergerîne ser kiryar û siyasetên berbiçav ku
bikarin guhertinekê di jiyana mirovan de çêbikin.
Konferansa
Silêmanî konferanseke siyasî ya di asta bilind de ye ku li ser Rojhilata Navîn
û Afrîqaya Başûr disekine
ew her sal ji aliyê peymangeha Lêkolînên
Herêmî û Navdewletî li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê (IRIS) birêve diçe. Ji bo dîdara îsal jî di rojên 15
û 16ê Adara 2023an de ku hevdem e bi salvegera azadkirina Êraqê ji aliyê
Amerîkayê ve bi amadebûna çendîn kesayetiyên siyasî, bîrmend û pispor dest pê
kir.
Yekem
civîna Silêmanî di sala 2013an de li zanîngeha Amerîkî bi sernavê “Guherîna
Jeopolîtîk li Rojhilata Navîn” hat lidarxistin. Civîna duyemîn di sala 2014an
de, civîna sêyemîn di 2015an de, civîna çaremîn di sala 2016an de, civîna
pêncemîn di sala 2017an de û civîna şeşemîn jî di sala 2017an de tê
lidarxistin.
Civîna
Silêmaniyê ji sala 2020 heta 2022 ji ber vîrûsa koronayê nehat lidarxistin.
Di sala 2023’an de jî heftemîn civîna bi
sernavê “Piştî 20 salan Êraq û herêm di nava alangariyên nû yên cîhanî de” tê
lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

