Civîna mezin a Silêmaniyê wê bibe rêya tevgera siyasî
Kurdistan 08:26 PM - 2023-03-14
Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê
Civîna Silêmanî
Civîna mezin sibe li Silêmaniyê Вi çalakiya du rojan de bi beşdariye hejmareke mezin ji berpirsên siyasî yên navneteweyî, Êraqî û Kurdistanî wê birêve biçe.
Civîna heftemîn a Silêmaniyê civîneke siyasî ya serekî ye li ser asta herêmê, Êraqê ku çend aliyên siyasî yên cuda û ji aliyê Silêmaniyê ve li hev kom dike û bi rêya vê civînê her du gotûbêjan bikin û biryarên siyasî li ser paşeroja Êraq û Herêma Kurdistanê bidin.
Mijarên civîna Silêmanî, siyasî, aborî, jîngehparêzî, jeopolîtîk, mafên mirovan, tendirustî, ewlekarî, enerjî, avakirina aştî û hikûmraniyê ne ku piştî 20 salan li Êraqê pirsgirêkên nû ne û berpirsên payebilind ên biryardanê ji nêzîk ve tê de beşdar in.
Civîna heftem a Silêmanî wek her car gotûbêjên cidî û gengeşeyên nû li ser destnîşankirina pirsgirêka û çareseriyan ku pirsgirêkên germ ên siyasî, civakî, aborî û hukimdariyê li Êraq û navçeyê ne, çêdike, lewra vê carê jî Silêmanî dê bibe cihê gotûbêjên cuda.
Herwiha Silêmanî mazûvaniya hêja û bilind dike, ku beşeke ji mîrata siyasî ya Mam Celal û jîngeheke aram ji bo gotûbêjên germ çêdike, ku ev jî rêyeke girîng e ji bo pêşkêşkirina pirsgirêkên siyasî û rêveberiya wî û nexşerêya çareseriyê li Eraq û Herêm ê .
Di civîna heftem de dê çendîn babetên piralî di panelên civînê de bên pêşkêşkirin, ku girêdayî guhertin û pirsgirêkên rojane û giringiya berfireh a jiyanê û jîngeha siyasî û civakî li navçe, Eraq û cîhanê de .
Civîna Silêmanî ya yekem di sala 2013an de li zanîngeha Amerîkî bi sernavê "Guhertina Jeopolîtîk li Rojhilata Navîn", civîna duyem di sala 2014an de, civîna sêyemîn di sala 2015an de, civîna çaremîn di sala 2016an de, civîna pêncemîn di sala 2022an de li Silêmaniyê ne. Di sala 2023an de dê heftemîn civîna bi sernavê “Piştî 20 salan Êraq û navçe di nava pirsgirêkên nû yên cîhanî de” were lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

