YNKê yekemîn hêz bû ku 1991ê kete Duhokê
Kurdistan 11:14 AM - 2023-03-14
PUKMEDIA
Duhok jî di vê rojê de tevlî bajarên din bû
Îro 14`ê Adarê 32, salvegera serhildana parêzgeha Duhokê ye ku ew jî tevlî parêzgehên din ku di sala 1991`an de li dijî rejîma Be`esê kîmyawî rabûne dibe.
Wek tê zanîn ku di roja 5`ê adara sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê yekem çirûska serhildana gelê kurd û Kurdistanê yê leheng destpê kir.
Her weha piştre jî, ji bajarê Raniya ya ser bi Silêmaniyê ve, li dijî rêjîma Be`es serhilda û tîşka xwe ya serhildanê berfirehtir kir û gihîşt Silêmaniyê û Hewlêrê û bajar û bajarokên din yên Herêmê ku di 1991`an de giştik bi temamî hatibûn rizgar kirin.
Her wiha serhildanan bi lez û bez gavên xwe yên ber bi serkeftin û rizgarkirinê ve domandin û Duhok , Koye, Şeqlewa, Helebçe, Amêdî, Zaxo, Mexmûr ,Akirî, Derbendîxan û Kelar ,Çiwarte, Bênciwîn û Seyd Sadiq rizgar kirin,piştre gihêştin Kerkûkê û di 20 adara 1991 de rizgar kirin ku dawîtirîn dever bû ji dest rêjîma Dîktetor rizgar kiribûn. Û armancên bilind ên ku serhildan ji bo wan dest pê kir, hatin bidestxistin.
"Di wê barê de, pêşmergê dêrîn Nazim Omer Debax ji PUKMEIDA`yê re ragihand ku di sala 1991`an de, piştî destpêkirina raperînê ji bajarê Ranyayê me hêzên xwe dabeş kir bi ser du mîhweran de, ya yekemîn ber bi Hewlêrê ve û ya duyemîn jî ber bi navçeya Şêxan a parêzgeha Duhokê ve çûn.
Her dazanîn: "Hêzên me yên çûn navçeya Şêxan di bin fermana min de bûn û me karî berî tu hêzên din derbasî parêzgeha Duhokê bibin û piştî çend demjimêran ji mayîna me di hundirê parêzgeha Duhokê de, hin hêzên din hatin alîkariya me bikin.
Kesekî din ku bînerê amadekariyên wê serhildanê bû, pêşmergeyê bihêz û jêhatî Yasîn Reş ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA'yê re ragiahnd: YNK endazyar û pilanvanê serhildanê bû, û di çarçoveya yekgirtina hêzên kurdî di hundirî Eniya Kurdistanê de, YNKê bi ser ket.
Hêjayî gotinê ye ku di civîna yekem ya amadebaşiyên serhildana Badînaê ya YNKê de, peyama serokê rewanşad serok Mam Celal ku endazyarê wê serhildanê bû gihîşt cemewerê xelkê Kurdistanê ji cemewer daxwaz kir ku rabin ser piyan û navçeya Zaxo ji bindestî û stema rêjîma Beesê rizgar bikin. Piştî wê serhildana navçeya Zaxoyê di 13’ê Adara 1991’an de ji navçeya Derkarê destpê kir û êvara heman rojê hemû navçe hatin rizgarkirin û bajar ji bermahiyên rêjîma Bees a hilweşiyayî hat paqijkirin û berê xwe dane bajarê Duhokê ku di roja 14-3-1919`an ew jî hate rizhgar kirin.
PUKMEDIA
Ev jî nameya serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesud Barzanî ye ku bersiva kak Newşîrwan Mistefa da ye û razîbûna xwe ji bo beûdarbûna Nazim Debax ji rizgarkirina Duhokê re nîşandaye bişopînin.

hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

