Dîdara Silêmanî wê dest pê bike
Kurdistan 01:21 PM - 2023-03-13
PUKMEDIA
Dîdara Silêmanî
Di bin
sernavê “Piştî 20 Salan: Êraq û Herêm di nav alangariyên nû yên cîhanî de” roja Çarşemê 15/3/2023 kar û
xebatên Dîdara Silêmaniyê dest pê dike û
dê du rojan berdewam bike.
Dîdara
Silêmaniyê konferanseke siyasî ya bilind e ku li ser Rojhilata Navîn û Bakurê
Afrîqayê ye ku ji aliyê xwendin û Lêkolînên Herêmî û Navdewletî (IRIS) li
Zanîngeha Amerîkî ya Êraq-Silêmaniyê ve tê lidarxistin.
Ev cara
heftemîn e ku zanîngeh vê dîdarê li dar dixe û tê de dê li ser siyaset, aborî,
jîngeh, hiqûq, mafên mirovan, tenduristî, enerjî û gelek mijarên din ên girîng
bên gotûbêj kirin.
Di her du
rojên dîdarê de bîrmend, pispor û biryarderên navçe û cîhanê dê li hev bicivin
û li ser giringtirîn pirsên navçeyî yên cîhanê gotûbêj bikin û nêrîn û xalên
niha yên nakok pêşkêş bikin. Ev derfeteke kêm e ji bo komkirina kesên eleqedar
bi karûbarên herêmî, bîrmend û siyasetmedaran, da ku li ser rewşa cîhanê
danûstandineke siyasî û stratejîk a girîng bikin.
Civîna
Silêmaniyê dê rastî girîngîpêdana mezin a medyayê bê û dê çendîn hevpeyvîn û
pevguhertina zanyariyan bi kesayetiyên navdar re bên kirin û di dawiyê de dê
pêşniyar û çareseriyan ji bo pêşhat û pirsgirêkên herêmî û cîhanî pêşkêş bikin.
Sernavê dîdara
îsal dê “Piştî 20 Salan: Êraq û Herêm di nav alîgarên nû yên cîhanî de” be.
Ji bilî
beşdarên wê, Dîdar ji aliyê hejmareke mezin ji rojnamevan û kanalên medyayî yên
herêmî û navdewletî ve tê şopandin û weke bûyereke medyayî ya girîng tê dîtin.
Dîdara Silêmaniyê
hewl dide raman û gotûbêjan wergerîne kiryar û siyasetên ku bikarin guhertinekê
di jiyana xelkê de pêk bînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

