Qubad Talebanî sîstema yek pencereyî vedike
Kurdistan 01:23 PM - 2023-03-12
Nivîsgeha Ragihandina Qubad
Ragihandina sîstema yek pencereyî ji aliya Qubad ve
Cîgirê Serokê hikumeta Herêma
Kurdistanê Qubad Talebanî ji bo meşandina welatiyan di
nava dezgehên hikûmetê de, sîstema yek pencere vekir.
Qubad Talebanî di serdana xwe ya bo avahiya
parêzgariya Silêmaniyê ku yek ji dezgehên ku sîstema yek pencerî tê de hatiye
cîbicîkirin ragihand: Kêfxweş im ku vê sîstemê weke beşeke giring ji projeya
xizmetguzariyê cîbicî be û diyar kir: pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî bo
hemwelatî yek ji wan karên ku dikeve ser milê me ye.
Cîgirê Serokwezîrê got jî: Sîstema yek pencereyî îro li 5 dezgehên
hikûmetê li parêzgeha Silêmaniyê hat cîbicîkirin û di paşerojê de jî dê sîstem
li hemû dezgehên hikûmetê jî were cîbicîkirin.
Yek ji baştiyên sîstema yek pencereyê ew e ku
hemwelatî karûbarên xwe di yek pencerê de pêşkêş dike, û di heman pencerê de
bersiv û encama karûbarên xwe distîne û karmend berpirsiyariya şopandina muamale
ode bi ode ye. ku dibe sedema jiholêrakirina rutîn û rê li ber gendeliyê
digire.
Daîreyên ku bi sîstema yek pencereyê ve
girêdayî ne, parêzgeha Silêmaniyê, Rêveberiya Baca Dahatê, Rêveberiya
Ewlekariya Civakî, Rêveberiya Polîsên Windayan û Rêveberiya Xercên kampaniyan
in.
Ji aliyê xwe ve Semîr Hewramî Berdevkê Cîgirê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand ku, sîstema yek pencereyê dikeve
çarçoveya projeya otomatîkkirina kar û baran ya rêveberiyan û dezgehên
hikûmetê, û beşek ji projeya xizmetguzariyê ye, ku di pêşxistina formula ku tê
de xizmet tê de tê pêşkêş kirin, ji bo hemwelatiyê, û pêkanîna danûstandinên wî
di nav dezgehên dewletê de hêsantir, û rakirina rutîn û rê li ber gendeliyê
girtin. Wî got jî ku "sîstêm dê di qonaxa xwe ya yekem de li 5 dezgehên
hikûmetê li Silêmaniyê dest bi kar bike, û piştre dezgehên din jî bigre nav
xwe" û amaje bi wê yekê jî kir ku "sîstema hemû dezgehên parêzgehên
din û herwiha dezgehên serbixwe dihewîne."
Hewramî tekez kir: “Yek ji baştiyên sîstema
pencereya yekalî ew e ku hemwelatî danûstandina xwe di yek pencereyê de pêşkêş
dike û di heman pencerê de bersiv û encama danûstandinê distîne. ev yek dibe
sedema ji holê rakirina rutîn, û ya paşîn rê li ber gendeliyê digire.
Peyvdarê cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê
di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev yek di çarçoveya pirojeya xizmetguzariyê
ya Qubad Talebanî ya di çarçoveya pakêta projeyên ku di sala 2013an de pêşkêş
kiribûn de, ji projeya çaksaziyê û otomasyona kar û barên hikûmetê. ku paşê
were destpêkirin, wekî qeydkirina biyometrîk, xizmetguzarî, qeydkirina kampaniyan,
yasaya kar, û dîjîtalkirina hin saziyên hukûmetê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

