Talebanî li hember gendelî û rûtîn “pencereyek” vedike
Kurdistan 08:49 PM - 2023-03-11
PUKMEDIA
Silêmanî û Sîstema Yek Pencere
Yekem car e li Herêma Kurdistanê û Êraqê sîstema “pencereyek” li ofîsên Silêmaniyê ji bo xizmetkirina welatiyan tê cîbicîkirin, projeyeke din a Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî di çarçoveya projeya xizmetguzariyan de pêşkêşî welatiyan dike û rûtîn û gendeliyê kêm dike.
Qubad Talebanî: Emê baweriya di navbera hikûmet û welatiyan de ji nû ve ava bikin.Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivîsî :“Bi sîstemê “pencereyek” em ê di saziyan de rêveberiya xwe baştir bikin, rûtîn kêm bikin, dem ji welatiyan re vegerînin, baweriyê di navbera hikûmet û welatiyan de ji nû ve ava bikin, qerebalixa li ofîsan kêm bikin.
Pencereyek dê were çalak kirin. “pencereyek” dê di qonaxa yekem de li pênc ofîsên parêzgeha Silêmaniyê were cîbicîkirin û piştre ofîsên din li xwe bigire û proje li parêzgehên din û rêveberiyên xweser jî were cîbicîkirin.
Berdevkê Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî Samir Hewramî ji PUKMEDIA re ragihand: "Pencereyek” beşek ji karûbarên elektronîkî yên ofîsan û beşeke ji pirojeya xizmetguzariyê ye, ku armanca wê baştir pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re û temamkirina danûstendinên hemwelatiyan di ofîsan de bi hêsantirîn rê ji bo rêgirtina li rûtîn û gendeliyê ye.
“Welatî bi yek pencereyê danûstendinê pêşkêşî dike û encaman distîne, piştre karmend dê hemû danûstandinê pêk bîne û hemwelatî ne hewce ye çend odeyan çêbike, helbet ev yek dê rûtîn ji holê rabike û bi vî awayî rê li ber gendeliyê bigire.”
Xebatên Qubad Talebanî bi nirx in.Projeyên Qubad Talebanî yên ji bo hikûmeta elektronîk û xizmetguzariyên zêdetir ji welatiyan re tên nirxandin û Yek Pencere gaveke girînge ji bo dadperwerî û jinavbirina gendeliyê tê dîtin.
Herş Resûl Dekanê Koleja Teknîkî ya Rêvebiriyê li Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê ji PUKMEDIA re ragihand: “Sîstema Yek Pencere yek ji girîngtirîn pirojeyên di bin serpereştiya Qubad Talebanî de ye û dê bi şefafiyeke mezin xizmeta welatiyan bike.”
Herş Resûl got: "Pêkanîna “pencereyek” dê bibe gavek ber bi sîstematîkîtirkirina hikûmeta xwecihî di warê îdarî de û pirensîpeke rêvebirina baş ji bo xizmetkirina welatiyan e û gaveke girîng e ji bo dadperwerî û nehiştina gendeliyê ye."
“Rast e ev sîstem yekem care li Silêmaniyê tê cîbicîkirin, lê dikare li Hewlêr, Duhok û heta Êraqê jî ji bo xizmetkirina welatiyan were pêşxistin û cîbicîkirin.
Sîstema “pencereyek” dê li ofîsên parêzgeha Silêmaniyê were cîbicîkirin di çarçoveya pirojeya xizmetguzariyê ku di sala 2013an de ,cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî weke pakêteke reform û karûbarên hikûmeta elektronî pêşkêş kir û piştre kar li ser wan kir, wek biyometrîk, xizmetguzarî , tomarkirina kompaniyan , qanûnên kar û bielektronî kirina hîn saziyên hikûmetê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

