Birûska ji aliyê Kosret Resûl ve morala şervanên rejîmê bêhêvî kir
Kurdistan 02:28 PM - 2023-03-09
PUKMEDIA
Kosret Resûl Elî
Piştî rizgarkirina Ranya, Silêmanî û Dukanê di sala 1991ê de di bin çavderiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bazian û navçeyên din serhildan berdewam kir.Her wiha serhildan birêve diçû li Kelar, Derbendîxan, Şeqlawa, Koyê û derdora Rapêrîn ku nameya Kosret Resûl Elî bû sedem ku şervanên rejîmê wêrekiya xwe winda bikin û Şeqlawa zûtir were rizgarkirin.
Di vê rojê de Kalar, Derbendîxan û derdora wê hatin rizgarkirin
Di 9-3-1991-an de xelkê Kelar, Derbendîxan û derdora wê, wek piraniya bajar û bajarokên din ên Kurdistanê, li dijî rêjîma Baas serî hildan û navçeyên Kalar, Derbendîxan, Razgarî û Bawanûr ji destê rejîmê derxistin.
Di çarçoveya serhildana gelê Kurd a sala 1991’an de di 9-3-1991’an de gelê Şeqlawa bi pêşengiya Kosret Resûl Elî li dijî rejîma Baasê serî hilda.
Di çarçoveya serhildana gelê kurd a 1991,di 9-3-1991 de Xelkê Şeqlawe bi pilan û bernameya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û bi serpereştiya Kosret Resûl Elî li dijî zulma rêjîma Beisê rabûn ser piyan û dever ji rêjîmê paqij kirin.
Hêzên YNK'ê kirin du beş
Di roja 8-3-1991ê de hêzên pêşmerge yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bûn du beş û eniya yekem, Hiran û Şeqlawa,Selahedîn û Hewlêr bi serokatiya Kosret Resûl Elî û eniya din jî Koye, Degala û Hewlêr bi serokatiya Mamose Bekir bû, di 9ê Adarê de li wan deveran bernameya serhildanê dest pê kir û di demeke kin de ev plan hat cîbicîkirin.
Birûskê kak Kosred
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Pêşmergeyê dêrîn Rêbwar Îsmaîl got:"Rizgarkirina Şeqlawe ji aliyê Kosret Resûl Elî ve hatibû plankirin û azadkirina bajêr di 9'ê Adara 1991'an de dest pê kir û Kosret Resûl ji bo şikandina cesareta şervanên rejîmê nameyek ji Ajansa Gelê Kurdistanê re şand ku ragihand Şeqlawa hat rizgarkirin, lê di rastî de Şeqlawa nehatbû rizgarkirin. Vê planê bi temamî hêzên dijmin bêhêvî kir. Hêzên rêjîmê li çend tax û nehiya din xwe radest kirin û ji ber birûskê ev dever hatin rizgarkirin."
Her wiha got:“Bernameya Kosret Resûl Elî ya azadkirina Şeqlawe, hêzên rejîmê kirine du beş û azadkirina Hewlêrê hêsan kiriye”.
YNK endezyar û plansazê serhildanê bû, ji ber ku beriya serhildanê li ser daxwaza YNKê Eniya Kurdistanê hatibû avakirin. Bi rêya rêxistinên bajêr di saetên sifir de amadekariyên tevahî ji bo serhildanê kir û Radyoya Gelê Kurdistanê çavkaniya gihandina şîfreyên serhildanê bû, lewma şaneyên çekdar kodên xwe vekirin û dest bi Serhildanê xwe kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

