YNK û PDK: Ji bo hilbijartinan emê nêrîna partî û neteweyan werbigirin
Kurdistan 07:15 PM - 2023-03-08
PUKMEDIA
Serokên fraksiyonên YNK û PDKê
Piştî zêdetir ji çar demjimêran ji civîna di navbera Dezgeha Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Buroya Hilbijartinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, civîna li ser pirsa helbijartin û kursiyên neteweyan li Parlamentoya Kurdistanê îro bidawî hat.
Piştî civînê civîneke çapemeniyê li dar xistin û Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar got."Em her duyan li ser wê yekê razî bûn ku ji bo hilbijartinan qanûnek baş amade bikin ku xizmeta hemû partî,alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê bike."
Cebar got: “Di vê civînê de mijarên ku di civîna berê de vekirî mabûn, bi ciddî hatin gotûbêjkirin û me hewl da ku kêmasî û pirsgirêkan çareser bikin.
Li ser zagona hilbijartinê dê nêrîna neteweyan wardigirinSerokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di derbarê kursiyên neteweyan got: “Me biryar daye nêrînên neteweyan li ser yasaya hilbijartinan werbigirin, helbet di heman demê de emê ligel aliyên din jî li ser yasaya hilbijartinan bicivin û nêrînên wan werbigirin.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zana Mela Xalid ragihand:“Di mijara hilbijartinan de ti tiştek di navbera YNK û PDK’ê de nemaye û ji nakokiyên me zêdetir xalên me yên hevbeş hene.
Hilbijartinên parlementoyê divê di dema xwe de bê kirin
"Di derbarê aktîvkirina komîsyonê de lihevkirinek baş di navbera her du aliyan de çêbûye û dê mekanîzmayek ji bo vê mijarê were dîtin û mijarên ku di her du civînan de biryar li ser hatine dayîn dê werin cîbicîkirin da ku em hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de pêk bînin." Zana Mela Xalîd got.
Pêştir roja 28-2-2022, Dezgeha Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Buroya Hilbijartinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina hilbijartinan civiyan.
Ev cara duyeme li ser destpêşxeriya Serok Bafil ,Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser pirsa hilbijartinan dicivin.
Di civîne yekem de li ser 4 xalan rêkeftin ku ev in ;
Yekem: Divê hilbijartin li çar deveran bên kirin.
Duyem: Nîvê hilbijartinan bi lîsteya vekirî û nîvê din jî lîsteya girtî be.
Sêyem: Hejmara kursiyên navçeyên hilbijartinê li gorî amarên Wezareta Bazirganî ya Êraqê be.
Çarem: Hevahengiya ligel Komîsyona Iraqê ji bo bikaranîna lîsteya dengderên Êraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

