Talebanî û Berbok; Çareseriya aloziyan aramiya Siyasî û vejandina aborî ye
Kurdistan 05:20 PM - 2023-03-08
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û Analina Berbok wezîra derva ya Almanyayê
Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad a Talebanê û Wezîra Derve ya Elmanyayê wiha nerînên xwe anîn ser ziman: Çareseriya aloziyan aramiya Siyasî û vejandina aborî ye.
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê pêşwazî li wezîra derve ya Almaniya Analîna Berbock kir û di wê hevdîçtina du qolî de, herdu aliyan behsa pirsên navxweyî û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdadê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almaniya hat kirin.
Di hevdîtinê 8 adara 2023`an de, ku tê de endamê desteya kargêrî ya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Derbaz Kosrat Resûl û cîgirê serokê fermangeha peywendîyên derve yên Herêma Kurdistanê Daban Şadala amade bûn, cîgirê serokwezîran tekezî li ser piştevaniya xwe ji bo hikumeta Mihemed Şiyah Sûdanî dupat kir û hêvî xwezt ku hikumeta nû ya Êraqê bikaribe projeyê yasaya budceyê û yasaya petrolê û gazê bi awayekî ku di berjewendîya hemû Êraqiyan de be bicih bike.
Almanya piştgîriya çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike
Derbarê peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdadê de jî, Analîna Berbock tekez li ser vê yekê kir ku hikumeta Almanyayê piştgîriya çareserkirina kêşeya navbera Hewlêr û Bexdadê dike û pêwîste peywendiyeke destûrî ya bihêz di navbera her du hikumetan de hebe bo aramkirina ewlekarî û siyasetê û vejandina aboriya li sertanserê Êraqê pêk were.
Di beşekî dinê evê dîdarê de Qubad Talebanî spasiya Almaniya kir, ji ber ku ew di berê de alîkarîya pispor û şîretkarên di biwarên corane de dike û hêvî xwest, ku ev alîkarî dirêjpêder be.
Cîgirê serokwezîran daxwaz ji hukumeta Almaniya jî kir, ku alîkariya vejandina aboriyê bike û kar li bajêr û bajêrên Herêma Kurdistanê saz bike, da ku hemû deverên Kurdistanê bi hevsengî geş bibin û vejîna aborî bi xwe ve bibînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

