Kampîna Serok Bafil ji bo keskkirina Kurdistanê digihîje Raperîn
Kurdistan 01:35 PM - 2023-03-06
PUKMEDIA
Kampîna çandina milyonek dar berdewam e
Di çarçoveya kampîna niştimanî ya çandina milyonek dar de li ser biryar û pêşniyara Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî îro Duşemê 6-3-2023ê gihişte navçeya Xedran a ser bi parêzgeha Raperînê.
Di vê derbarê de nûnerê ofîsa Serok Bafil Celal Talebanî Husên Hema Kerîm ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Kampîna keskkirina Kurdistanê weke karekî girîng gihişte navçeya Xedran li devera Raperîn. Herêmeke girînge di warê siyasî û aborî de û dê hemû herêman di nav xwe de bigre.
Herwiha tekez kir ku girîngdana bi jîngehê ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê giringiyeke mezin e, ji ber ku ji bo Serok Mam Celal karekî sereke bû, lewra ragihandina kampîna netewî ya çandina milyonek dar ji aliyê Serok Bafil Celal Talebanî ve gaveke din ji bo Parastina Jîngehê.
Rêveberê Daristanên Parêzgeha Silêmaniyê Hewkar Celal ji PUKMEDIA re tekez kir ku kampînaberdewam e û niha gihiştiye navçeya Xedran a ser bi rêveberiya Raperîn û dê di rojên pêş de bigihêje navçeyên Pêncwîn û Bazyan.
Li gor amarên Rêveberiya Daristanên Silêmaniyê, rûbera kesk a parêzgehê 12 milyon û 780 hezar metre çargoşe ye û bi vî awayî rêjeya rûbera kesk tê de digihe 19.6%, ku ev rêjeya herî zêde ye li hemû parêzgehên Êraqê. û bi vê kempîna ku ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, dê rêje bi awayekî berçav zêde bibe.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de li daristanên Ezmar li Silêmaniyê roja 28.12.2022, nûnerê ofîsa serok Bafil, Husên Hema Kerîm û rêveberê dezgeha daristanên wî bajarî Hewkar Celal kampînek ji bo çandina milyonek dar ragihandin li ser biryara Serok Bafil û tekez kirin ku kampaniya berdewam dike heta (1/6/2023) Hemû pêdiviyên ji bo pêkanîna kampanyayê ji aliyê ofîsa Serok Bafil ve hatine veqetandin.
Serok Bafil Celal Talebanî di 47mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di 1/6/2022 de ragihand: “Em xwezaya bedew a Kurdistanê ji bîr nakin û ji niha û pê ve emê kampanyaya çandiniyê ragihînin. Ji bo welatê me kesk bikin li herêmên cuda milyonek dar raghînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

