Mekteba Siyasî: YNK xwediyê armancên serhildanê ye û diparêze
Kurdistan 03:28 PM - 2023-03-04Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi helkefta serhildanê daxuyaniyek belav kir.
"YNK'ê 32 sal in şanaziyê bi pêşengiya serhildanê û parastina peyam û armancên xwe yên pîroz dike."
Metna daxuyaniya Mekteba Siyasî
Di ser serhildana gelê me ya li dijî dîktatoriya rejîma Baasê re 32 sal derbas bûn.
Ji dergehê serhildanê ya Raperînê heta zamawanda Silêmaniyê , rûxandina kela zulmê ya li Hewlêra kevnar, rakirina Artêşa Baas ji Duhokê Dalal ber bi taca serhildanên Newroza azadkirina Kerkûkê de,bi dehan bajar û bajarokên Kurdan bi xwîna dehan şehîdan û bi êşa bi deh hezaran serhildana gelê me hatin rizgarkirin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 32 sal in şanaziyê bi pêşengiya serhildanê û parastina peyam û armancên xwe yên pîroz dike. Bi alîkariya hêz û partiyên welatparêz di her warî de wê ji bo pêşxistina destkeftiyên Azadî, demokrasî û rêveberiya adil xwe bênavber têbikoşe ji bo vê armanca pîroz qurbanî dane û amade ne ku fedakariyên zêdetir bikin.
Îro piştî derbasbûna 32 salan, nifşên serhildanê di bin siya Kurdistana azad de mezin dibin û bi peyama serhildana li dijî zulm û dîktatoriyê li hêviya pêşerojeke geş û hêviyek hêjatir a jiyan û jiyankirinê ne.
Sal bi sal nifşek nû bi nerînek nû li Kurdistanê û ji bo serastkirina ezmûna rêvebirina welatê me derdikeve qada jiyana siyasî û giştî.Mafê wan e ku bi ruhekî rexnegir û coşeke nû îradeyeke nû ji bo peyama serhildanê ya kevin nîşan bidin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her tim bi ruhê serhildanê û parastina destkeftên xwe yên 32 salan ji bo Azadî , demokrasî ,aştiyeke serbilind û adil zindî ye û ev erka hemû hêzên siyasî yên welat e
Divê em bi hev re bi têkoşîna demokratîk, sivîl û hilbijartinê li dijî xwesteka cihêkariyê û meyla paşvekişîna ji azadî û demokrasiyê bisekinin.
Ev daxwaza rewa ya gelê Kurd a sedsala 21’an e , dilsozî û rêzgirtin ji têkoşîna bi dehan salan e a gelê me û şehîdên serbilind ên pêvajoya dirêj a şoreş û serhildanan re ye.
Pîroz be Serhildan û nemirî li şehîdên me yên bilind .Pîroz be li keç û xortên Kurd ên îroyîn ku têkoşîna wan a demokratîk û sivîl ji bo jiyaneke birûmet û bi hêviya diyariya herî xweş a biharê ye.
Buroya Siyasî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20