Amerîka ji ber kêmbûna azadî û mafên mirovan li Herêma Kurdistanê nîgeran e

Kurdistan 01:16 PM - 2023-02-18
Kêmbûna azadî û mafên mirovan Amerîka nîgeran dike PUKMEDIA

Kêmbûna azadî û mafên mirovan Amerîka nîgeran dike

Kurdistan Amerîka

Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê tekez kir ku Amerîka dilgiran e li hember paşketina Herêma Kurdistanê di warê parastina mafên mirovan û azadiya derbirînê û herwiha mafên jinan û pêkhateyan de.

Li ser rûpela xwe ya fermî li ser malpera tora civakî (Facebook), Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ji zarê Konsulê Giştî Irvin Hicks ragihand ku welatê wî ji kêmbûna mafên mirovan, azadiya derbirînê û mafên pêkhateyan li herêmê nîgeran e. tekez kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pabend e bi piştgirîkirina azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê.
Irvin Hicks herwiha got: Amerîka dibîne ku divê rê bidin rojnamevan û kenalên medyayî bêyî tirsa gef, çewsandin nûçe û bûyeran ragihînin.

Girtî rastî kuştina biyolojîk tên
Ji aliyekî din ve di duyemîn salvegera girtina çalakvan û rojnamevanên herêma Badînan de, nûnerê girtiyên Badînan Ayhan Hesen dibêje ku ew gelekî nîgeran in li ser awayê danûstandina berpirsên girtîgehê bi girtiyan heta radeya ku em gumana hebûna (komploya reş û kuştina biyolojîk) dikin.
Nûnerê girtiyan li Badînan di daxuyaniyekê de ji raya giştî re tekez dike ku metirsiyeke rast li ser jiyana çalakvan û rojnamevanên girtî heye û dibêje: Li wir Gumanên li ser komploya kuştina biyolojîkî li ser girtiyên Badînan hene, û em daxwaza komîteyeke pizîşkî ya bilind dikin û got jî: Eger Desteya dadwerî nikare serbixwe be, nivîskarê şiroveyekê ji serokê partiyê re tê girtin û zîndanîkirin.

Li Silêmaniyê mafê girtiyan tê parastin, li Hewlêr û Duhokê binpêkirîne
Serokê desteya berevaniyê ya girtiyên Badînan amaje bi wê yekê kiribû ku di navbera Silêmaniyê ji aliyekê ve û Hewlêr û Duhokê ji aliyê din ve, li ser şopandina mafên girtiyan di dezgehên çaksaziyê de ferqeke mezin heye.
Berpirsê desteya berevaniya girtiyên Badînan Beşdar Hesen di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihandibû: Cudahiyeke mezin di derbarê mafên girtiyan li parêzgeha Silêmaniyê heye ji ya parêzgehên Hewlêr û Duhokê, ji ber ku girtiyên Silêmaniyê zêdetir mafên wan hene. Her wiha girtiyên li Silêmaniyê beşdarî korsên çaksaziyê dibin û piştrast dikin ku ew ji rêveberên navendên çaksaziyê razî ne, lê em li Hewlêr û Duhokê berovajî vê yekê dibînin.
Basdar Hesen tekez dike ku maf û îmtiyazên din jî hene ku ji girtiyên Silêmaniyê tên kirin ema girtiyên li Hewlêr û Duhokê jê mehrum in û bi rêya PUKMEDIA bang li rêxistinên mafên mirovan dike ku parastina girtiyan li Hewlêr û Duhokê bikin û nehêlin mafên wan bên binpêkirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket