YNK plana şovenîst a li Kerkûkê pûç kir
Kurdistan 10:13 PM - 2023-02-15
PUKMEDIA
Erdên çandiniyê li Kerkûkê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) planeke şovenîst li Kerkûkê têk bir û ew axên ku ji aliyê hêzên artêşa Êraqê ve hatibûn dagîrkirin, nehişt û radestî xwediyên wan ên kurd û tirkmên kir.
Berpirsa baregeha 18 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li rojhilatê Kerkûkê Avesta Şêx Mihemed ji PUKMEDIA’yê re ragihand: “Piştî ku hejmarek cotkarên kurd û tirkmên ên Kerkûkê agahdar bûne ku hêzeke artêşa Êraqê êrişî zeviyên wan kiriye li gundê Topzawa ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, me hevdîtin bi wan re kir û daxwazên wan li ser navê YNKê bi rêya Wezîrê Dadê yê Êraqê Xalid Şivanî li serpişka YNKê ,pirsgirêk çareser kir."
Herwaha got: YNK parêzvanê mafê hemû pêkhateyên Kerkûkê ye û rê nade ti erebekî şovenîst ku hizra xwe ya teng a şovenîst li Kerkûkê pêkbîne û zulmê li pêkhateyên din ên Kerkûkê bike.
Avesta Şêx Mihemed got: "Erdên bêşa cotkarên Kurd û Tirkmen ku artêşa Êraqî dixwest dagir bike, kadastroya reş heye di destê xwediyê wan de û wan bi gelek pereyan li ser wê proje ava kirine û dahateke rojane ya girîng e ji bo wan ."
Erdên ku hêzên artêşa Êraqê hewl da dagir bike bi sedan donim erd e û ji sala 2003an vir ve di destê xwediyên wan kurd û tirkimên da ye,her çendî hêzên artêşa Êraqê hewla dagîrkirina zeviyan dan, lê hewlên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ew pîlan pûç kir û YNKê jî hemû piştgirya xwe bo cotkaran nîşan da û niha cotkar li ser zeviyên xwe berdewam in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

