YNK...Hewldanên berdewam ji bo yekkirina helwêst û dupatkirina mafên welatiyan

Kurdistan 02:09 PM - 2023-02-15
YNK li ser dabînkirina mafên welatiyan dixebite  PUKMEDIA

YNK li ser dabînkirina mafên welatiyan dixebite

YNK Encumana Nûneran Budçe

Biryar e hikûmeta federal proje yasaya bûdceya darayî ya sala 2023an bişîne Civata Nûneran da ku li ser wê gotûbêjê bike û deng bide.
Di vê derbarê de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi awayekî cidî kar dike ji bo yekxistina helwêstên fireksiyonên Kurdistanî û bidestveanîna lihevhatineke Kurdistanî li ser dosyeyên taybet bi welatiyên Herêma Kurdistanê weke dosyaya pişka Herêma Kurdistanê û yasaya neft û gazê û destnîşankirina mûçeyên welatiyan di bûdceyê de.

Daxwaz di berjewendiya welatiyan de ne
Nûnera Lêjneya Darayî ya Civata Nûneran Nermîn Maarûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gelek daxwaziyên ku di berjewendiya welatiyan de hene û hewla xistina wan di nav budceya darayî ya sala 2023 dide.
Daxwazên Yekîtiya Niştimanî di berjewendiya welatiyan de ne û ji bo xizmetkirina wan û baştirkirina rewşa jiyana wan e.

daxwazên Yekîtiya Niştimanî
Nermîn Maarûf eşkire kir ku daxwazên YNK hemû derbarê jiyan û debara welatiyan de û pêşkêşkirina xizmetguzeriyê de ne.
Got jî: Beşek ji wan daxwazan daxwaza qerebûkirina hinek beş û girtiyên siyasî, avakirina nexweşxane û xwendingehan û qerebûkirina malbatên şehîdan, pirsa bendavan e.

Beriya ku bûdce were danîn lihevkirinek pêk tê
Nûnera Nûneran Nermîn Maarûf tekezî li ser pêwîstiya bidestxistina rêkeftinekê di navbera pêkhateyên Kurdî de li ser dosyeyên netewî û parastina mafên welatiyan bi awayekî yekgirtî kir.
Û wê got jî: Fireksiyonên Kurdî dikarin yekdeng bin ji bo parastina mafên Herêma Kurdistanê û danîna madeyên ku di berjewendiya welatiyan de ne, wek pişka Herêma Kurdistanê û dosya neftê, û divê em bi yekcarî van pirsgirêkan çareser bikin ji bo hemûyan bi lihevkirina hemû fireksiuonên kurdî.

Yekîtiya Niştimanî dikare ji bo kurdan helwesteke yekgirtî ava bike
Parlamenterê berê Şîrwan Mîrza ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikare helwesteke yekgirtî ji bo Kurdan li Bexdayê ava bike.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî dikare helwêsteke yekgirtî ji bo fireksiyonên Kurdistanî ji bo parastina mafên welatiyan li Herêma Kurdistanê ava bike.

Yekîtî qurbaniyên mezin da
Nûner Şîrwan Mîrza endamê komîteya darayî dibêje: Yekîtîya Niştîmanî kar û xebat bo yekrêzîya pêkhatên Kurdistanî bo berevanîkirin ji maf û daxwazên hevwelatîyan kir û qurbanîdaneka mezin da.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku pêwîstiya rêkeftina li gel hikûmeta federal heye, ji ber ku ev yek di berjewendiya hemwelatiyan de ye û weke partiyeke kevnar e û li Bexdayê jî tê qebûlkirin û ji ber wê jî dikare helwesta Kurdan yekalî bike. û projeyên ku xizmeta berjewendiya welatiyan dikin pêşkêş bikin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket