Mehmûd Osman: Baştirîn rê ji bo cîbicîkirina maddeya 140 rêkeftina li gel Bexdayê ye
Kurdistan 12:26 PM - 2023-02-13
PUKMEDIA
Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman
Siyasetmedarê serbixwe yê Kurd Mehmûd Osman hişyarî da aliyên Kurdistanî li ser paşguhkirina hişyariyên navdewletî yên derbarê negihîştina rêkeftinekê li ser lidarxistina hilbijartinên qanûnî yên Herêma Kurdistanê û tekez kir ku hebûna aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê ji bo cîbicîkirina maddeya 140 ya destûrê pêwîst e.
Osman di hevpeyvîneke taybet de ligel kenala setelaytê ya Kerkûkê daxwaz ji aliyên siyasî yên Êraqê û di nav wan de yên Kurdistanî kir ku bi cidî li bangên Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Êraqê Jenin Blaskhart û Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett McGurk derbarê hilbijartinan û roja lidarxistina wan de tekez kir ku pêwîste aliyên siyasî di peywendiyên xwe yên li gel welatên herêmê, bi taybetî Îran û Tirkiyê ji bo rola û bandor li ser lîstikvanên sereke wan di qada Êraqê de hevsengîyekê bibînin.
Osman got Pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de ne encama wê kêliyê ne, ji ber ku her du alî barê wê hildigirin ser milê xwe, tevî ku berpirsyariya giştî ya herî giştî jî li ser milê Bexdayê ye, ji ber ku biryarder ew e û xwedî şiyan û jêderan e û da zanîn ku "aliyê kurdî di gelek mijaran de bêhiş e, ku ya herî girîng ew daxwazên ne mumkin in".
Wî bang li her du aliyên sereke yên Herêma Kurdistanê kir ku li dora maseya diyalogê rûnin ji bo çareserkirina kêşeyên li pêşiya proseya siyasî li Herêmê û got: “Nabe alozbûna kêşeyên di navbera wan de bibe sedema perçebûna paytextê, Bexdadê û her du alî bi şandeke hevbeş ligel hikûmeta Êraqê diyalogê bikin.
Siyasetmedarê Kurd di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hikûmetên ku li pey hev li Êraqê bi rê ve dibin, hikûmetên piştî sala 2003’an jî di nav de naxwazin navçeyên dabrênrewekan di serê de Kerkûk vegere ser Herêmê. gelek arguman û hincetên wan hene û têgeheke wan ji federalîzmê cudatir ji têgeha kurdan heye û dixwazin bi rêya destûrê desthilatan kêm bikin. baaştirîn rêya cîbicîkirina madeya 140 yekrêziya rêz û gotara Kurdistanî ye û bi hev re kar bikin bo gihandina rêkeftinekê li gel Bexdayê ye.
Mehmûd Osman bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku vegerin Kerkûkê û bi hev re ji bo cîbicîkirina madê 140 a destûrê hewl bidin, ji ber ku çareserî ji bajar dest pê dike ne ji derve. Partiyên Kurdistanî rê dide pêkhateyên din ku karûbarê parêzgehê yekdestdar bikin û wan kontrol bikin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

