Serok Bafil: Hewldanên ji bo pêşîgirtina xetereyan bidomînin

Kurdistan 09:10 PM - 2023-02-12
Serokê YNK û berpirsê dezgeha asayîşa niştimanî ya Êraqê Ofîsa Rojnamevanî Serokê YNKê

Serokê YNK û berpirsê dezgeha asayîşa niştimanî ya Êraqê

Serok Bafil Asayîş Êraq

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Dabaşanê pêşwaziya Hemîd Şatrî Berpirsê Dezgeha Asayişa Niştimaniya Êraqê kir.
Di civînê de ku bi amadebûna Şalaw Kosret Resûl û Celal Şêx Nacî, Serokê Dezgeha Berevanî û Ragihandina Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên dezgehên ewlekarî, rewşa ewlekarî û hemahengiya leşkerî û îstixbaratî ya di navbera dezgehên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê û Êraq hatin gotûbêjkirin. 
Di civînê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên serbazî, istixbaratî û emnî weke faktereke serekî bo parastina aramiyê û nehiştina her metirsiyek ku gefê li jiyan û aramiya welatiyan bike, hate kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser operasyonên leşkerî û istixbaratî yên hevbeş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û got: Hevahengî û hevkariyên di dema borî de encamên erênî û guncan bi xwe re anîne, lewma divê di pêşerojê de jî bi heman ruhî em ê xebatên xwe yên ji bo dûrxisitina gefan bidomînin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket