Kampîna Hevxemê we ne li Silêmaniyê bi dawî bû
Kurdistan 06:19 PM - 2023-02-12
KURDSATNEWS
Kampîna Hevxemê we ne ji bo Bakûr û Rojavayê Kurdistanê
Kampîna ku roja Sêşemê 7-2-2023ku ji aliyê Dezgeha Medyayê ya Kurdisat, Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê û Muzexaneya Netewî Emne Soreke li Silêmaniyê hatibû ragihandin ji bo alîkariya qurbaniyê erdhejê li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê,her wiha Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû û biryar e bi mekanîzmeke guncaw ji bo qurbaniyan ev alîkarî ware radestkirin.
Di kampanyayê de Zanîngeha Silêmanî
Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê, Raperîn, Helebce û gelek cih û dezgehên din beşdar bûne û li gorî amarên dawî yên ku li ser malpera şefafiyetê hatine weşandin, di kampanya (Hevxemê we ne) ya Silêmaniyê de 389 milyon û 292 hezar û 750 dînarê Êraqî û her wiha 132 hezar û 840 dolarê Amerîkî ji mexdûrê n Erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatibû kom kirin.
Li gorî statîstîkên kampanyayê, ji 7 heta 10ê sibatê ,36 hezar û 920 kîlo birinc, şekir, çay, rûn, û tomate hat kom kirin , 13 hezar û 113 betanî, doşek, 11 hezar û 848 tûrik cil û pêlav, 2 hezar û 223 pelikên zarokan û pêdiviyên jinan, her wiha 2 hezar û 920 şîrên cuda hatin berhevkirin.
Li gorî amaran, alavên germkirinê 470 sobe de hatine komkirin û, 206 kursî û alavên din ên kêmendam hatine komkirin, her wiha 242 kon û 196 parçe lîstik û pêdiviyên zarokan hatine komkirin, 182 karton derman û malzemeyên tibbî, 13 hezar û 824 paket, 708 karton kelûpelên cuda yên paqijiyê hatin berhevkirin.
Li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê hejmara miriyan derket 29 hezar û 605 jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 80 hezarî jî birîndar bûn, herwiha 147 hezar û 934 mexdûrên erdhejê jî bo bajarên din hatine şandin. Li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî 7 hezar û 396 kes birîndarin û 4 hezar û 487 kes mirin.
Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê du erdhejan bi pileyên 7.8 û 7.7 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejand.
Di encama erdhejên 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê
Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê, wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane, ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes. Piştî erdhejê nêzîkî 1500 erdhejên paşekî jî çêbûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

