Amarê kampîna Hevxemê we ne li Silêmaniyê
Kurdistan 07:13 PM - 2023-02-11
PUKMEDIA
Amarên dawî yên kampîna Hevxemê we ne li Silêmaniyê
Kampîna ku ji aliyê Dezgeha Medyayê ya Kurdisat, Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê û Muzexaneya Netewî Emne Soreke li Silêmaniyê hatiye ragihandin berdewam e û biryar e heta 11-2-2023 berdewam bike.welatî dikarin alîkariyan bi rêya jimareya telefonê 07501194074 bi FastPay bighînin kampînê.
Li gor amarên dawî yên ku li ser malpera şefafiyetê hatiye belavkirin ku îro çaremîn roja kampîna Hevxemê we ne li Silêmaniyê heta niha 389 milyon, 292 hezar û 750 dînarê Êraqî û 132 hezar û 840 dolarê Amerîkî ji bo qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistan re hatine komkirin.
Li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê hejmara miriyan derket 21 hezar û 848an û zêdetirî 80 hezarî jî birîndar bûn, li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî 7 hezar û 396 kes mirin û 4 hezar û 487 kes mirin.
Serokê Encûmena Penaberên Kurd li Rojava-Sûriyê Hozan Efrînî ji Galî Kurdistan TV re got :Piroblêma herî mezin gihandina vê hevkariyê ye van kel û pela bi tayîbet bo Efrîn u Cindirêsê û got şandina pera baştire.
Li navçeya Îslahiye ser bi Parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê piştî 133 demjimêran jinek 63 salî bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Li bajarê Hatayê yê Tirkiyê 2 zarok û mamê xwe piştî erdhejê bi 128 demjimêran ji bin kavilên avahiyekê hatin derxistin.
Kar û barên lêgerîn û rizgarkirina welatiyên ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an di bin kavilên avahiyên herifî de mane berdewam in.
Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê du erdhejan bi pileyên 7.8 û 7.7 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejand.
Di encama erdhejên 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê
Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê, wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane, ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes. Piştî erdhejê nêzîkî 1500 erdhejên paşekî jî çêbûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

