Li Cindirêsê nêzî hezar kesan canê xwe ji dest dane
Kurdistan 10:50 PM - 2023-02-09
AFP
Karesateke mirovî li Cindirêsê rû daye
Erdheja bi dijwariya 7.8 pile ya ku li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê di 6'ê Sibatê de rû da, bandoreke giran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek bajarên Sûriyeyê û rojhilatê Derya Spî kir.
Li gorî daxuyaniya doh a Wezîrê Tenduristiyê yê hikumeta Şamê Dr. Hesen Mihemed El Xebaş, bîlançoya qurbaniyan bû hezar û 262, ya birîndaran jî bû 2 hezar û 285 kes.
Bîlançoya Wezareta Tenduristiyê tenê herêmên kontrola hikumeta Şamê digirin nava xwe.
HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYEYÊ
Li gorî bîlançoya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber erdhejê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 57 kes jî birîndar bûne.
HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
Hat ragihandin ku li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de jî, hezar û 730 kesî jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 2 hezar û 850 kes jî birîndar bûne. Bi sedan malbat hîna di bin enqazan de ne, ji lew re dibe ku bîlnaço girantir bibe.
Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê bang dike ku heta niha nêzîkî 90 malbatî di bin kavilên erdhejê de mane û nêzîkî 2700 malbat bê cih war mane.
Li Cindirêsê 115 hezar kes lê dijîn û piraniya wan di bin asta hejariyê de ne, ji encama erdheja rû daye, rewşa mirovî gelekî aloz bûye û piraniya avahî û xaniyên bajêr derz lêketine,hat zanîn nezî hezar kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane,257 avahî bi temamî hilweşiyane,1100 xanî ziyan dîtine,2692 malbat bê cih û war mane, 515 malbat di kampan de hatine bicihkirin.
Pêdiviya Bajêr bi vekirina rêyan û rakirina kavilan ji bo tîmên rizgarkirinê bi hêsanî tevbigerin heye, her wiha xwarinê û şîrê zarokan ,ava pak ji bo hemû gundan bê dabînkirin, ji bo nexweşî belav nebin,navendeke bijîşkî ya taybet bi vê karesatê û xalên tendirustiyê yên gerok werin avakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

