Konsulê Tirkiyê spasiya YNK û xelkê Silêmaniyê dike
Kurdistan 03:40 PM - 2023-02-09
Ofîsa Rojnemevaniyê Saadî Ehmed Pîra
Konsulê Tirkiyê spasiya YNK û xelkê Silêmaniyê dike
Îro piştî nîvro 9/2/2023 şandek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Saadî Ehmed Pîre, bi endametiya Dr. Mecîd Mihemed Emîn, Feysel Kerîm Xan, Hacî Mesifî Endamanê Serkirdayetiyê û Rêbaz Berkotî Serokê Fraksiyona Kesk di Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ji bo pêşkêşkirina sersaxî li ser navê Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serkirdayetiyê serdana konsulxaneya giştî ya Komara Tirkiyê li Hewlêrê kirin û ji aliyê Amir Taker cîgirê konsulê giştî û hejmarek dîplomatên konsulxaneyê ve hatin pêşwazîkirin.
Di vê serdanê de, Saadî Ehmed Pîre sersaxî bi nave ji Serokê Yekîtî ya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û tevahiya Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK),sersaxî xwest ji hikûmet, parlamento û gelê Tirkiyê re û got:’’ “Ev karesat karesateke mezin bû ku dilê me hemûyan hejand, birîn ewqas kûr e ku tu nikare mezinahiya êşê bîne ziman’’.
Got: Em hevparê xem û azarên we ne, emê hemû hewlên xwe bidin ji bo kêmkirina hinek azaran û em wek Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê û hikûmet dê helmetek mezin bo komkirina alîkarîyan bo alîkarîkirina qurbanîyên wê karesatê birêve bibin.
Di heman demê de deriyên nexweşxaneyan ji bo her hemahengî û xizmetguzariyên tendirustî yên Herêma Kurdistanê vekirîne, bi giştî her pêwîstiyeke me ji bo qurbaniyên Tirkiye û Sûriyê weke erkekî niştimanî, mirovî, etnîkî û olî ye,em ji aliyê mirovatî û cîrantiyê ve erka xwe dibînin.
Li hember de jî Cîgirê Konsulusê Komara Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Amir Taker spasiya şanda YNKê kir ku bi germî hevxemiya wan bi qurbaniyan vê kerasetê re heye û got:’’Em bi kêfxweşî dibînin ku Herêma Kurdistanê bi giştî û Silêmaniyê bi taybetî kampanyayên komkirina alîkarî di astek mezin de birêve dibin, ku tê wateya peywendiya mirovî ya ku hertim di navbera her du aliyan de hebûye.
Paşê Cîgirê Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê amaje bi mezinahiya karesatê kir di warê ziyanên mirovî û aborî yên erdhejê de ku gel û hikûmeta Tirkiyê pê re rûbirû mane.
Di dawiyê de li ser navê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîra di pirtûka bîranînê de li ser qurbaniyanê vê kerasetê hevsozî û hevxemî bi çend dêrekî nivîsî tê de sersaxî ji gel, hikûmet û parlamentoya Tirkiyê re xwest.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

