YNK dê beşdarî kongreya hevbeş a Partiya Karker û Partiya Çep a Kesk a Hollandayê bibe
YNK 02:16 PM - 2023-02-05
PUKMEDIA
YNK beşdarî kongreya hevbeş a Partiya Karker û Partiya Çep a Kesk a Hollandayê bû
Rêheval Serkewt Mihemed Xefûr Berpirsê Desteya Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Nûnerê YNKê li Holendayê Bextiyar Bekir Li ser vexwendina fermî ya Sosyaldemokratên Hollandî, beşdarî kongreya hevbeş a Partiya Karker û Partiya Çep a Kesk a Holendayê bûn û peyamê pîrozbahiyê yên Serok Bafil Celal Talebanî û serkirdeyatiyên bi serokatiya her du partiyan gihand.
Kongreya Sosyal Demokratên Holenda û Partiya Çep a Kesk a Holendayê, sibeha roja Şemiyê 4.2.2023 li bajarê Dênboş, bi amadebûna şandeke YNK û nûnerên çend partî û rêxistinên siyasî yên navdewletî, dest bi karê xwe kir ku ji bo ji nû ve rêxistinkirina hêzên çep û demokratîk û amadekariya hilbijartinên pêşerojê yên li Hollandayê ye.
Şanda YNKê ku mêvanê taybet ê kongreyê ye, peyama fermî ya YNKê li ser asta bilind a hizbî, serkirdatiya Partiya Karker û Partiya Çep a Kesk ragihand.
YNK dê bi rêya kongireyê peyama xwe ya siyasî bigihîneNûnerê YNKê li Holendayê Bextiyar Bekir ji PUKMEDIA re ragihand: Kongre derfeteke baş bû ji bo gihandina peyama siyasî ya YNKê û lidarxistina civînên siyasî ligel aliyên çep û demokrat bi giştî û xwişkên me bi eşkireyî.
Peyama siyasî ya YNKê ji partî, parlamenter û dîplomatan re tê ragihandin“Nûnerê Yekîtî li Holandayê got; Şanda YNK li gel Mekteba Siyasî û Berpirsê Buroya Têkiliyên Derve ya Partiya Çep a Kesk a Hollandayê û çend parlamenter, berpirs û dîplomatên her du partiyan civiya û nêrîn û peyama siyasî ya YNK şîrove kir û xurtkirina peywendiyan dupat kir.
Şanda Yekîtî bi Sekretera Giştî ya Enternasyonala Sosyalîst xatûn Benedicta Lassie û Cîgira Serokê Parlamentoya Ewropayê Katerina Berla, balyozên Amerîka, Keneda, Belçîka, Portoxal, Fransa, Ermenîstan û Balyozê Yekîtiya Ewropayê û çend dîplomatên din re hevdîtin pêk anî.
Berpirsê nû yê Buroya Têkiliyên Derve ya Partiya Karker hate destnîşankirin û di hevdîtina li gel şanda YNK de pîrozbahî li wî kir.
Partiya Karker a HollandayêPartiyeke sosyal demokrat û hevreha YNKê ye, Endamê malbata Sosyalîst Enternasyonale û Hevpeymaniya pêşkeftîxweze. Di sala 1946an de hatiye damezrandin, yek ji partiyên resen e di dirêjahiya dîrokê de, ger ne di serê desthilatdariyê de be herdem opozisyoneke bihêz û bi rêz bûye.
Partî xwedî bernameyeke ji bo pêşdebirina berferehbûna eniya çep li Hollandayê heye bo vê yekê jî bi Partiya Çep a Kesk a Hollandayê re cure nêzîkbûnek heye û dibe ku di paşerojê de fikra avakirina lîsteyeke hevpar û yekkirina fraksiyonan pêk were û derbasî asta yekîtiyê bibe.
Di gava yekem de, kongreyên Partiya Karker û Çepên Kesk biryar dan ku bi hev re bixebitin û û fireksîyona wan ya hevbeş di odeya yekem a parlamentoyê de hebe ku mîna encumena pîran e, Bi lidarxistina kongreya hevbeş di navbera her du partiyan de û qonaxa pratîkî ya xebata hevbeş û serkeftinên mezin pêngava yekem derbas kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

