Amerîka û Brîtanya piştgiriya civîna YNK û PDKê dikin
Kurdistan 07:15 PM - 2023-01-28
PUKMEDIA
Logoya Konsulxaneyên Amerîka û Brîtanya li Hewlêrê
Konsulusxaneyên Amerîka û Brîtanya li Herêma Kurdistanê pêşwazî li civîna îro ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dikin û weke gaveke giring ji bo dîtina xalên hevbeş di navbera wan de.
Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê pêşwazî li civîna îro ya YNK û PDKê dike.Roja şemiyê 28-1-2023, her du polîtburoyên YNK û PDKê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li Silêmaniyê civiyan.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê li ser Twitterê got: "Em pêşwaziyê li vê hewla hevpeymanên xwe yên li Herêma Kurdistanê dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên ku di berjewendiya gelê Kurd de ne."
Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê ragihand, YNK û PDK bi hev re dikarin Kurdistaneke aramtir û baştir ava bikin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê di twîtterê de wiha got: "Mala yekgirtî dê her dem bi ser bikeve."
Konsulxaneya Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê di twîtekê de pêşwazî li civîna YNK û PDKê kir.
Konsulxaneya Brîtanya li Herêma Kurdistana ragihand ku civîna YNK û PDKê yekem pêngava girîng e ji bo peydakirina xalên hevbeş ji bo berjewendiyên herêmê.
"Em li bendê ne ku hevdîtinên bê yên ku encamên baş bi dest bixin," wî got.
Îro li Silêmaniye li Mekteba Siyasî Şanda Yekîtiya Niştimanî ji Qubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl, Aso Mamend, Ehmed Eskerî, Emîn Baba Şêx, Dara Reşîd, Mîran Mihemed pêk dihat pêşwazî li Şanda Partiya Demokrat kir ku pêk dihat ji Mehmûd Mihemed, Piştîwan Sadiq, Hêmin Hewramî, Cefer Amnîkî, Elî Husên û Omêd Sebah.
Piştî civînê her du polîtburo daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, her du alî lihev kirin ku di demeke nêzîk de civîneke din a her du şandan were lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

