Du kanalên Buroya Ragihandinê dê bibin HD

Kurdistan 12:55 PM - 2023-01-26
 Du kanalên Buroya Ragihandinê dê bibin HD kanalên Gelê Kurdistan û Kerkûk

Du kanalên Buroya Ragihandinê dê bibin HD

Kenala Gelê Kurdistan Kenala Kerkûk

Sateleyta Gelê Kurdistanê û Satelîta Kerkûkê ku girêdayî Buroya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne, dê bibin HD û bernameyên xwe biguherînin.

Rêveberê Satelîta Gelê Kurdistanê Burhan Hacî Elî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Di çarçoveya kurtkirin û nûjenkirina medyaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de Sateleyta gelê Kurdistanê û Sateleyta Kerkûkê dê bibe HD.

Got jî: ji 1-2-2023ê ve, Sateleyta Gelê Kurdistanê HD dibe bi guhertina sîstema weşanê di yek pakêc de dê çend bernameyên nû pêşkêş bike.

Ji aliyekî din ve serpereştê dezgeha ragehandina Kerkûkê Îmad Nasih ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re gotiye: Wê di demeke nêz de weşana satelaytê ya Kerkûkê bibe HD û em ê bernameyên xwe bi kwalêtiyeke bilind biweşînin.

Me gelek guhertin di naveroka bernameyên xwe de kirin û di demek nêzîk de satelayta me bi HD dest bi weşanê dike.

Frîkwênsên nû yên kanalên Gelê Kurdistanê û Kerkûkê dê wiha bin:

Frrîkwênsî nû ya kanala Gelê Kurdistanê  11564_H_27500

Frrîkwênsî nû ya kanala Kerkûkê: Nilsat
Freq: 11564
Pol: H
S R: 27500

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket