Mam ne tenê ji bo Kurd û Kurdistana Êraqê windahiyek bû belku ji çar perçeyên Kurdistanê re

Kurdistan 12:10 PM - 2022-10-03

 Bi boneya pêncemîn salvegera koça dawî ya serokê Celal Talebanî, Leyla Hesen Çîlo hevjîna têkoşer Ebdul Hemîd Derwîş sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê sersaxî ji hemû endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi taybetî ji Hîro Xanê û malbata wê re xwest .

Di daxuyaniyekê ji PUKMEDIA`yê re xatûn Leyla got: Mam Celal ne tenê ji bo Kurd û Kurdistana Êraqê windahiyek bû, belku ji çar perçeyên Kurdistanê re windahiyeke mezin bû ,Kurdistanê kesayetiyekî mezin ji dest da û winda kir, herweha got jî partiya me û Yekîtî gelkî nêzîk bûn ji hevdu, civînên me li gel Mam Celal gelek bûn ku hertim behsê mijara jinê dikir û piştevanek bû jêre, keseke wefadar bû û ti cudahî ne dikir navbera pêkhateyan  çi kurd çi ereb çi mesîhî bûne alîkarek bû ji hemûyan re.

Derbarê têkiliya malbatî de jî Leyla dibêje: Em wek yek malbat bûne û pêwendiyên me beş bûn, hertim Hemîd Derwşî digot ku ti kes nikare me ji hevdu bike, rast bû tenê mirinê ew ji hev dûr xistin.
Gelek tiiştên me mîna hevdu hebûn, Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di 1 Hizêranê de hate damezrandin û ya me partiya Pêşverû di 14 Hizêran de bû. Mirina Mam Celal 3 mehê bû û yê Ebdul Hemîd 23 heman mehê bû ji ber ku dilê wan bi hevre bû.

Di dawamiya axaftina xwe de Leyla Hesen got: di dema ku Hemîd birayê xwe yê ezîz winda kir û Mam Celal koça dawî kir , Hemîd gotibû min ne xwest ku rojek bê û ez vê yekê ragihînim ku Mam Celal miriye, lê dixwest ku Mam Celal ragihîne ku Hemîd Derwşî miriye . Di dawiyê de dîsa dubare sarsaxî ji gelê  kurd re xwest.


PUKMEDIA
 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket