Stran Ebdula derbarê rola Mam Celal û YNKê dipeyve
Kurdistan 06:11 PM - 2022-02-23
Berpirsê Mekteba Ragihandina YNKê Stran Ebdulah ji Radyoya Gelî Kurdistanê re: Ew helwesta me ji felsefeya kurdeyetî û demokrasiyê tê.
Di heyama hevpeyvîneke taybet de ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de beşdar bû, Stran Ebdula di bernameya Rojavayê de, di serî de wiha got: Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî bernameya we ya Rojavayê bûme û derbarê nerîn û rola Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li ser pirsgirêk û doza gelê kurd li beşên din ên Kurdistanê şirove bikim, her weha di barê nerîna xwe derbarê nerîna serok Mam Celal û YNKê de anî ser ziman û got: Em mijaran bicih dikin û piştre diguherin. Karê me piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê û tevgera wê ya siyasî ye, ne qurxkirin û destêwerdane.
Stran Abdula di heyama beşdarbûna xwe ji radyoya dengê gelê Kurdistanê de di barê riyên rast û dirûst ên ku em wek Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bikartînin ew e ku em piştgiriya aliyên siyasî û tevgerên azadiya wan beşan dikin bi bê beramber û em naxwaz in ku wan tixin jêr bandora xwe û li gorî berjewendiyên xwe bi karbînin.
Her weha berpirsê mekteba ragihandina YNKê dibêje ku pêwîst nake em partiyekî sertanserî Kurdistanê saz bikin û hemû partiyên beşên din ên Kurdistanê ji xwe re bikarbînin û em hewil didin li berjewendiyên kurdên beşên din ên Kurdistanê kar bikin.
Bo nimûne ku serok Mam Celal serokkomarê Êraqê bû, ji bo çareserkirina kêşeya kurdî li Tirkiyê, wek serokkomarê Êraqê peywendî li gel serokê Tirkiyê yê berê Ebdula Gul saz kir û piştre jî li gel Erdoxan peywendî kir tako kêşeya kurdî li wê beşî bi aştî û diyalogê bê çareser kirin. Mam Celal alîkariya kurdên Bakurê Kurdisatnê bi vê rengî kir û bi wê şêwazî destek da bi kurdên Bakurê Kurdistanê. Ev tê wê wateyê ku tu desthilata serokkomartiyê bi riya dîplomasî bi karbînê û di xizmetî çareserkirina doza kurd bikî, ango, Mam Celal peywendiyên xwe Kurdistanî li gel Bakur bikaranî û peywendiyên delwtiya xwe li gel Tirkiyê bikaranî û xizmeta doza kurdî kir.
Dirêjahî heye...
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

