Silêman: Tirkiyê bo têkbirina destkeftan fêlan di navberê kurdan de diçîne
Hevpeyvîn 05:39 PM - 2020-12-21Ehmed Silêman Serkirdeyê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Di 20 / 12 / 2020an de Ehmed Silêman Endamê Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji malpera PYDê re xuya kir ku bi her hawî divê hemî pirsgirêkên di navber aliyên kurdî de bi diyalogê werin çareserkirin.
Û di çarçewa nakokiyên di navber aliyên kurdistanî de Silêman got : Pirsgirêkên rasteqîn di navber PDK û PKKê de li Başûrê Kurdistanê hene û sedema sereke ji van pirsgirêkan re vedigere dorpêça hêzên Turkî ji PKKê re.
Silêman wisa berdewam kir : Şerê navxoyî di navber kurdan de xêza sore divê herdu alî vê yekê binasin , Û serkirdeyên bilind ên herdu aliyan wisa tekez dikin , Herwiha divê derfet li pêş dujminên gelê kurd were winda kirin , Û nakokiyên ku di navber herdu aliyan de hene bi zarzimanê diyalogê werin çareserkirin.
Û di derbarî kerjeyên vê dawiyê di vê qûnaxa hestiyar de Silêman got : Di vê qûnaxê de bi şêweyekî giştî pêlanin mezin li ser doza kurdî hene , Turkiyê dixwaze fêlbaziyê di nav kurdan de bike ji bo têkbirina destkeftiyên gelê kurd çi li Sûriyê çi li Iraq û Turkiyê , ji ber ku lihevhatinek di navber Turkiyê , Îran û ta bi radeyekê bi rêjîma Sûrî re û bi hikometa Iraqî re heye di rêya çewsandina nakokiyên heyî di navber hikometa Bexdad û Hewlêrê de , Û di navber kurdan û rêjîma Sûrî de , ji ber ku helwesta navnetewî nakoke di navber helwesta Rojava û Amerîka bi Rûsan re , Lewre Turkiyê dixwaze sûdê ji van nakokiyan bibîne û vê rewşê li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne.
Di derbarê helwesta Amerîka ji pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê Silêman bi nezelaliyê binavkir û got : Heya niha Amerîka tu rol nelîstiye di peydakirina helwesteke zelal beramberî doza kurdî li herêmê , Ew jî li rewşa Emrîkî vedigere.
Amerîka di qûnaxeke veguhestî deye , Turamp diçe û Baydin hîn wernegirtî , Bawer dikim bandora vê yekê heye ku astengiyan li pêş diyaloga kurdî kurdî peyda bike , Lê di rojevê de hemahengiyek di navber Amerîka û Herêma Kurdistanê de tê kirin ji bo rêvebirina vê diyalogê , Sebaret bi pirsgirêkên li Kurdistana Iraqê... Bi baweriya min pirsgirêkek rasteqîn di helwesta Emrîkî de ji PKKê heye.
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
10:10 PM - 2024-04-19
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Pêşxistina mûçeyên karmendan pêwîstî bi erêkirina Bexdayê heye
Kurdistan 12:03 PM - 2024-04-20