Talebanî: Ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nine

Kurdistan 10:56 PM - 2024-04-17
Hevdîtinên Qubad Talebanî li kêleka heştemîn civîna Silêmaniyê Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî

Hevdîtinên Qubad Talebanî li kêleka heştemîn civîna Silêmaniyê

Pêyiwendiyên Dîplomasî

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê facebookê wiha got:“Di çarçoweya civîna Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê de, min bi hejmarek dîplomatên biyanî re, ji wan balyoz û konsulên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Yekîtiya Ewropayê re, civiyam.’’

Her wiha got:’’ “Em hemû li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de hemfikir in û ti sedemeke mantiqî ji bo paşxistina hilbijartinan nîne.’’

"Me diyar kir ku paşxistina zêdetir a  hilbijartinan metirsî ye li ser rewatî û hebûna Herêma Kurdistanê weke pêkhateyeke destûrî li Iraqê."Got

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket