Talebanî: Em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin
Kurdistan 05:58 PM - 2024-04-30Qubad Talebanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û çendîn mijarên din ên balkêş gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja sêşemê 30.04.2024 li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, Balyozê Brîtanyayê derbarê hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê de ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pirsî û Qubad Talebanî ragihand:“Paşxistina zêdetir a hilbijartinan dê zirarê bide pêgeha herêmê û em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin.’’
Di civînê de behsa êrîşa li ser kêlgeha xaza Kormorê jî hat kirin, ku çend roj berê hatibû armanckirin, Cîgirê Serokwezîr dilgiraniya xwe nîşan da û got: Berdewamiya wan êrîşan dê zirarê bide aramiya Iraq û Kurdistanê.Em li ser xetê ligel hikûmeta federal û aliyên Iraqî ne ji bo dîtina berpirsên vê kiryarê û ji bo bidawîkirina van êrîşan kar dikin."
Di beşeke din ya hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hat gotûbêjkirin û tekez li ser çareserkirina her pirsgirêkeke siyasî bi rêya diyalogê hat kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Komîsyon dê 5 kursiyên parlamentoyê ji bo pêkhateyên Kurdistanê diyar bike
12:00 PM - 2024-05-21 -
Rêxistina Rojnamegeran: Şakar Star li ser daxwaza dozgeriyê hat girtin
04:40 PM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20
zêdetir tamaşe bike
Têgihiştineke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye
06:41 PM - 2024-05-21
Dadgeha Federalî ya Îraqê giliya Mesrûr Barzanî red kir
02:59 PM - 2024-05-21
YNK ti carî alîgirê nemana kursiyên pêkhatan nebûye
01:03 PM - 2024-05-21
Talebanî: Îradeya gelê Îranê dê rojên dijwar derbas bike
11:53 AM - 2024-05-21
zortrin xwendraw
-
Komîsyon dê 5 kursiyên parlamentoyê ji bo pêkhateyên Kurdistanê diyar bike
Kurdistan 12:00 PM - 2024-05-21 -
YNK ti carî alîgirê nemana kursiyên pêkhatan nebûye
Kurdistan 01:03 PM - 2024-05-21 -
Talebanî: Îradeya gelê Îranê dê rojên dijwar derbas bike
Kurdistan 11:53 AM - 2024-05-21 -
Têgihiştineke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye
Kurdistan 06:41 PM - 2024-05-21 -
Dadgeha Federalî ya Îraqê giliya Mesrûr Barzanî red kir
Kurdistan 02:59 PM - 2024-05-21 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazê Serokkomar dibe
Kurdistan 09:24 PM - 2024-05-21