Xwendekarên Êraq û Herêmê ji bo xwendinê dişînin derve

Kurdistan 01:07 PM - 2024-04-29
Avahiya Xwendina Bilind a Êraqê PUKMEDIA

Avahiya Xwendina Bilind a Êraqê

Xwendekar

Hikûmeta Êraqê 5 hezar xwendekaran ji bo wergirtina bawernameyên master û Toxtiriyê dişîne derveyê welat, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê jî piştrast dike ku xwendekarên herêmê jî dê ji vê yekê sûd werbigirin.

Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Xwendina Bilind a Herêmê Ebas Ekrem ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Şandina wan xwendekaran qonaxa yekem a proseyê ye, sala borî 400 xwendekar ji bo wergirtina bawernameyên bilind hatin şandin bo derve, ku 48 ji wan ji Herêma Kurdistanê bûn.

Ebas Ekrem got jî: Xwendekar ji hemû parêzgehan ,Herêma Kurdistanê jî di nav de dikarin daxwaza xwe pêşkêş bikin, û yên ku şert û merc li gor bin wê sûd ji vê derfetê werbigre, şert û merc wê li gorî mercên wezareta xwendina bilind a federal be ne li ser bingeha para parêzgehan.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 11:10 PM - 2024-05-15 Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket