Parlamenterekî YNKê ji bo qerebûkirina Helebceyê 85 îmze kom dike

Kurdistan 07:11 PM - 2024-04-29
Bîrdariya Şehîdên Helebce PUKMEDIA

Bîrdariya Şehîdên Helebce

Parêzgeha Helebçe

Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê, li parlamentoya Iraqê 85 îmze hatine komkirin.

Endamê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Çiro  Hema Şerîf ji PUKMEDIA re ragihand:“Me îmzeya 85 parlementerên fraksiyonên cuda kom kir ji bo qerebûkirina xizmên qurbaniyên kîmyabarana Helebce û welatiyên bajêr, ji ber ku 21 sal in rejîma Baas ketiye û ziyan nedaye qurbaniyan."

"Ev 85 parlamenterên ku piştgirî didin daxwazê ji fraksiyonên cuda ne, di nav wan de parlamenterên ereb jî hene û Serokê Parlamentoyê bi wekalet ji bo qerebûkirinê daxwazname pêşkêşî aliyên peywendîdar kiriye û di demek nêzîk de dê ev daxwaz bikeve proje yasayê." got.

Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baasê Helebce bi çekên qedexekirî yên kîmyewî bombebaran kir û di encamê de jin, zarok, extiyar û ciwan zêdetirî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.


PUKMEDIA


Wêneyê name û îmzayên hinek endamên parlamentoya Iraqê


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket