Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
Êraq 05:45 PM - 2024-04-29Serok û çar balyozên nû
Serokkomarê Iraqê bawernameya dîplomatîk ya 4 balyozên nû wargirt.
Balyozên nû yên Bahreyn, Malta, Portekîz û Angola li Iraqê dest bi kar bûn ji wan Xalid Ehmed Mensûr wek balyozê nû yê Behrêynê, Corc Seîd Zamît wek balyozê nû yê Maltayê, Fernando de Uri wek balyozê nû yê Portekîzê û Jose Martinez wek balyozê nû yê Angola ku ji aliyê serokomarê Iraqê ve Dr. Letîf Reşîd ve hatin destnîşankirin ki gor agahiyê PUKMEDIA.
Li hevdîtinên ku îro duşemê bi awayekî cuda li Koşka Selam a Bexdayê hatin lidarxistin, Serokomarê Iraqê daxwaza Iraqê ji bo avakirina peywendiyên pêşkeftî û hevseng ligel welatên cîran û cîhanê li ser bingeha rêzgirtina dualî û hevkariyên cidî di gelek waran de dûpat kir.
Li gor daxuyaniya çapemeniyê, Serokomar hêviya serkeftinê ji balyozên nû re di cîbicîkirina erkên wan de û berdewamiya hemahengî û şêwirîna di navbera Iraq û welatên wan de li ser gelek pirs û mijarên berjewendiya hevbeş xwest.
Ji aliyê xwe ve, balyozên nû tekezî li ser daxwaza welatên xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên xwe li gel Iraqê û pêşxistina wan di hemû waran de kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15 -
YNK hertim piştgirya daxwazên rewa yên mamostayan dike
06:38 PM - 2024-05-14 -
Pirsgirêka mûçe bi xemsariya Hukûmet ve girêdayî ye
04:47 PM - 2024-05-14
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
10:00 PM - 2024-05-15
Talebanî: Bi cesareta Serok Bafil, YNK niha hêzeke pir bibandor e
06:04 PM - 2024-05-15
Serok Bafil: Berdewamiya alîkariyê dibe alîkar bo jinavbirina terorê
02:29 PM - 2024-05-15
Serok Bafil: Parastina mafên mamosteyan bi erkê xwe dizanin
01:43 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Berdewamiya alîkariyê dibe alîkar bo jinavbirina terorê
Kurdistan 02:29 PM - 2024-05-15 -
Serok Bafil: Parastina mafên mamosteyan bi erkê xwe dizanin
Kurdistan 01:43 PM - 2024-05-15 -
Qubad Talebanî: Mamoste hertim li pêşiya têkoşîn û qurbanîdanê bûne
Kurdistan 09:43 AM - 2024-05-15 -
Xwecihkirin pirsgirêka dana mûçeyên karmendan çareser dike
Kurdistan 11:15 AM - 2024-05-15 -
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
Kurdistan 10:00 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
Kurdistan 05:49 PM - 2024-05-15 -
Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e
Kurdistan 11:10 PM - 2024-05-15 -
Talebanî: Bi cesareta Serok Bafil, YNK niha hêzeke pir bibandor e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-15