Komisyonê hejmarek ji namzedên Parlamentoya Kurdistanê dûr dixe

Kurdistan 01:10 PM - 2024-04-17
Logoya  Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan PUKMEDIA

Logoya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan

Hilbijartin

Encumena Komîsyonan a Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biryar da ku bi hincetên curbecur jimareke namzed bên rakirin.

Li gorî du daxuyaniyên Komîsyonê ku 2 kopî ketine destê PUKMEDÎAyê got encumenê biryar da ku yek ji namzedan were rakirin û rêza wî vala bimîne da ku bi rêjeya nûneratiya jinan hevseng be.
Encumena Komisyonê jî ji ber heman sedemê biryar da ku namzedek jin li lîsteyan zêde bike.

Ji aliyê din ve Encumena Komîseran di Komisyonê biryar da ku 3 namzedên jin ji lîsteyên cuda bên derxistin û li şûna wan namzedên jin bên danîn, ji ber ku wan şert û mercên namzediyê binpê kirine.

Komîsyon: Em amadekariyên xwe didomînin û hilbijartin nayên paşxistin
Duh Sêşemê, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Êraqê yekem proseya lêkolînê bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li çar bazneyên Herêma Kurdistanê pêk anî û tekez kir ku

dema lidarxistina hilbijartinan nayê paşxistin.
Berdevka Komisyona Hilbijartinan Cumene El-Geleyî di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Pêvajoya kontrolkirina navên namzedan berdewam e û navên namzedan dê ji bo wezareta navxwe û Desteya Paqijiyê li herêma Kurdistanê û wezareta navxwe û Desteya Paqijiyê li Bexdayê ji bo piştrastkirina mafê namzedan werin şandin.


Cumene El-Ghelayî tekez kir "Heya niha ti biryarek bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîne û komîsyon ji bo lidarxistina hilbijartinan di 6.10.2024ê de berdewam e."


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket