Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne

Kurdistan 03:39 PM - 2024-04-28
Logoya Yekîtiya Niştîmanî PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Niştîmanî

Hilbijartin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pabendî biryara civîna dawî ya serkirdayetiyê ye û ne li gel paşxistina hilbijartinan e û hemû amadekeriyên ji bow ê bi dawî kiriye û li gor tîropişkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, lîsta 129 dane YNK'ê.

Çavkaniyekî ji serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku nexwest navê xwe eşkere bike, di hevpeyvînekê de ligel Gelî Kurdistanê de got: ew gotegotên ku dibêjin YNK razî bûye ji bo paşxistina hilbijartinên parlamentoyê red bike û got: Ev gotegot dûrî rastiyê ne û YNK pabendî biryara civîna dawî ya Encûmena Serkirdatiyê ye û tekezî li ser lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de dike.

Çavkaniya han eşkere kir ku YNK beşdarî ti civînan nabe û di ti hewldaneke bo paşxistina gera şeşem a hilbijartinên parlementoyê de beşdar nabe.

Amaje bi wê yekê jî kir ku weke her car em dûbare dikin ku biryara paşxistina hilbijartinan ne di desthilata ti aliyekî siyasî de ye û her propagendeyek di vî warî de ji bo xapandina raya giştî ye.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo her çar bazneyên hilbijartinê li Helebce, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê namzedên xwe eşkere kir.
 
Berpirsê Buroya Hilbijartinan a YNK'ê Rizgar Hacî Hema ji PUKMEDIA'yê re ragihand: "YNK'ê hemû amadekariyên xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku biryar10-6-2024'an bên kirin, kirine û wê bi hejmara 129 beşdarî hilbijartinên bê yên parlamentoyê bibe û li gorî bernameya komîsyonê em xwe ji bo qonaxên bê yên hilbijartinan amade dikin.

Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja 18.4.2024 daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Hevalên encûmena serkirdayetiyê nêrîna xwe li ser pêşxistina ezmûna me ya netewî, parastin û bihêzkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê anîn ziman. “Hemwelatî tenê bi hilbijartinên pak û dadperwer di dema xwe de tên bidestxistin, ku dê parlamentoyek bihêz û hikûmetek bihêz û xizmetguzarî pêk bîne, ku ev yek ji bo yekrêziya tevgera siyasî û paşeroja gelê me girîng e.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hilbijartinên dahato derfetek e ji bo pevguhertina demoqratîk a desthilatê û nûkirina proseya siyasî di çarçoveya proseya siyasî ya Êraqê de ku bi serbilindî û yekrêzî li ser mafên xwe yên destûrî, yasayî û niştimanî îsrar bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket