Pîrozbahiya YNK`ê ji bo cejna serê sala nû ya Êzdiyan
Kurdistan 08:40 PM - 2024-04-16Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Bi boneya hatina cejna serê sala Êzdiyan, mekteba siyasiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê pîrozbahiyên germ pêşkêşî Êzdiyan dike.
Eve jî naveroka peyamê ye:
"Bi boneya hatina serê sala Êzdî, em pîrozbahî li xûşk û birayên Êzdî li Kurdistan, Êraq û Cîhanê dikin û em hêvîdarin cejna xwe bi şadî û aramî bi ser bibin.
Gelê me yê Êzdî pêkhateyekî resen yên Kurdistanê ne û çendîn serkirde û fermandarên jêhatî bi awayekî aktîv beşdarî di tevgera rizgariya kurdî de û bi taybetî di Şoreşa Nû de kirine û di nav tekoşîna çekdarî de qurbanî dane. Her weha di dîroka dêrîn û hevçerx jî de çendîn car ji aliyê dijminan ve rastî jenosîdê û qirkirinê hatine, nexasim berî çend salên borî di dema êrişên toroîstî yên DAIŞ de, lê gelê Êzdî rijdbûne li ser parastina nasnameya xwe ya taybet.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK`ê wek herdem parastina nasnameya Êzdiyan û taybetmendiyên wan bi erkê xwe dizane û daxwaz dike ku gavên avadankirina navçeyên ziyan berkeftî bi hemahengiya zêdetir di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal de bi armanca vegera awareyan bo dever û warên xwe û êş û azarên wan de ji dosyeyên din bên dûrxistin.
Bi vê boneyê em tekezî li giringîdana dabînkirina jiyan û jiyareke bi rumet û jêhatî ji bo hemû Êzdiyan dikin, ji bo misogerkirina pêşerojeke baştir û kûrkirina rewanê pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê û hemû pêkhateyên Êraqê."
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
YNK'ê: Di pêşwazîkirina cotkarên genim de em cudakariyê qebûl nakin
07:36 PM - 2024-04-29 -
Xwendekarên Êraq û Herêmê ji bo xwendinê dişînin derve
01:07 PM - 2024-04-29 -
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
12:22 PM - 2024-04-28 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27
zêdetir tamaşe bike
Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
05:45 PM - 2024-04-29
Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
09:44 AM - 2024-04-29
Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne
03:39 PM - 2024-04-28
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
11:37 AM - 2024-04-28
zortrin xwendraw
-
Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
Kurdistan 09:44 AM - 2024-04-29 -
Xwendekarên Êraq û Herêmê ji bo xwendinê dişînin derve
Kurdistan 01:07 PM - 2024-04-29 -
Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
Êraq 05:45 PM - 2024-04-29 -
YNK'ê: Di pêşwazîkirina cotkarên genim de em cudakariyê qebûl nakin
Kurdistan 07:36 PM - 2024-04-29 -
Parlamenterekî YNKê ji bo qerebûkirina Helebceyê 85 îmze kom dike
Kurdistan 07:11 PM - 2024-04-29