Fînlanda: Serok Mam Celal kevirê bingehîn ê demokrasiyê li Iraqê danî

Kurdistan 05:58 PM - 2024-04-16
Balyozê Fînlandiyayê serdana gora Serok Mam Celal kir PUKMEDIA

Balyozê Fînlandiyayê serdana gora Serok Mam Celal kir

Serok Mam Celal

Balyoza Fînlandiyayê li Iraqê Anu Sarela serdana mezargeha Serok Mam kir û bal kişande ser rola dîrokî û girîng a Serok Mam Celal û ew wek serokekî karîzmatîk bi nav kir.

Di vê serdanê de îro li Silêmaniyê Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê ji aliyê Sekretariya Serok Mam Celal ve hat pêşwazîkirin  û Balyozê tacek Gul li ser gora Serok Mam Celal danî û tekez li ser giringiya Serok Mam Celal di avakirina Iraqeke nû de kir û got:’’Kevirê bingehîn ê demokrasiya welêt e û ew wekî rêberekî karîzmatîk  bû.’’

Li hember de jî Sekretariya Serok Mam Celal rola xanim Anu Sarela  di dema borî de bilind nirxand ku bi dilsozî kar ji bo bihêzkirina têkeliyên li gel Herêma Kurdistanê û YNKê kiriye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket