Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16
Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Serok Bafil Celal Talebanî

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêşwaziya Banû Anu Sarela Balyoza Fînlandiya li Iraqê kir.

Di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û ewlekarî hatin gotûbêjkirin û tekez li ser berdewamiya diyalog û hemahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û arastekirina welat ber bi aramiyê ve hat kirin.

Serok Bafil Celal Talebanî helwesta YNKê ya li ser hevkêşeyên giştî rave kir û got:“Em li ser aramiya welat û dabînkirina jiyaneke minasib ji bo gelê xwe ne û hemû hewlên me ew e ku dawî li nakokiyan bînin û bigihin encameke ku aştî û bextewariyê bi xwe re bîne.’’

Di derbarê lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku hilbijartinên dadmend di dema xwe de bên lidarxistin û bibe çavkaniya aramiya siyasî, pêşketin û bihêzkirina bingehên demokrasiyê li herêma me.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket