Rejimê ji Balîsanê dest bi êrîşên kîmyewî li ser kurdan kir

Kurdistan 08:35 PM - 2024-04-15
Gorên qurbaniyên Enfalê PUKMEDIA

Gorên qurbaniyên Enfalê

Pêşmerge

Di 16’ê Nîsana 2024’an de, di salvegera 37’an a êrîşa kîmyayî ya li ser Balîsan û Şêx Wasanê de, ku yekem car li dijî gelê Kurd hat bikaranîn, 263 sivîlên bêguneh hatin qetilkirin û 620 kes jî birîndar bûn.

Beriya 37 salan rejîma Baas a faşîst bêyî guhdana qanûnên navneteweyî li ber çavê hemû welatên cîhanê, ku bû belgeya bêexlaqiya siyaseta navneteweyî, sûcê herî mezin li dijî sivîlan li Geliyê Balîsan û gundên Xoşnewtî pêk anî.

Piştî êrîşa leşkerî bo ser xelkê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi 12 firokeyên şerker siyaniyên Şêx Wasenan û Geliyê Balîsan bombebaran kirin û bo yekem car çekên kîmyayî yên qedexeya navdewletî li dijî Şoreşger û niştecihên Kurd bikar anîn.

Di encama bombebarana çekên kîmyewî yên rejîma Baasê de 263 sivîlên bêguneh hatin kuştin, 620 kes jî birîndar bûn û 72 leheng jî winda bûn.
Roja kîmyabarana herêmên Şêx Wasan û Balîsan ku ji aliyê rejîma Baas ve hat kirin, weke roja jîngeha Kurdistanê hat ragihandin û her sal di vê rojê de gelek çalakiyên jîngehparêzî tên lidarxistin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket