Letîf Nêrweyî: Çareserkirina pirsgirêka mûçegiran girîng e
Kurdistan 06:26 PM - 2024-04-15Berpirsê Desteya Ragihandinê ya YNK'ê
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya YNK’ê wiha got:YNKê xwediyê peyameke fermî û şefaf e û li gel wê yekê ye ku hilbijartinên paqij bên lidarxistin û naxwaze were paşxistin. Hesaba min li bank bimîne yan nemîne ne girîng e, lê ya giring çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê ye.”
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî di gotara xwe ya bi sernavê ‘Bersiva pirsên derbarê helwesta YNKê’ de ku di beşa raya PUKMEDIA de hatiye weşandin, bersiva sê pirsên hevbeş dide û dibêje: “Gelo rast e? YNK û PDK li ser paşxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li hev kirine, ku partiyeke siyasî bi rêya medyaya xwe ya rojane behsa wê yekê dike."
Her wiha got: ‘’Biryara paşxistina helbijartinan ne di destê partiyan de ye, heta YNK yan aliyek din lihev bikin, lê pirs girêdayî serok û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ye.’’
Pirsa duyemîn ku di gotarê de tê bersivandin ev e: “Eger hilbijartin bên kirin û neyên paşxistin, lê li Hewlêr û Duhokê rê li ber hilbijartinê bê girtin, helwesta YNKê dê çawa be?. Ji ber ku hinek kadroyên PKKê gefan li Hewlêr û Duhokê dixwin ku rê nedin hilbijartinan.”
Di bersivê de serokê desteya ragihandinê wiha got:YNKê xwediyê peyameke fermî û şefaf e û piştevaniya lidarxistina hilbijartinên paqij û dadmend dike û naxwaze hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê were paşxistin.
"Paşxistina hilbijartinan ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê, proseya demokratîk, aramiya siyasî û berdewamiya herêmê de ye, lê her pirsgirêkek di vî warî de hebe, dê bi komîsyon wê berpirsyar be û hewla çareserkirina wê bide."
Pirsa dawî jî ev bû, 'Helwesta YNK'ê li hemberî hesabê min çawa ye, an jî piştgiriya biryara Dadgeha Federal dike?'.
Letîf Nêrweyî diyar dike: "Helwesta YNK'ê li ser vê mijarê zelal e, ji ber ku ya girîng ji bo YNK'ê dabînkirin û dabeşkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyan bi awayekî radîkal e û Dadgeha Federal jî ji bo çareserkirina vê pirsê rêgezeke yasayî diyar kiriye." Hesabê min bimîne yan nemîne ferq nake, lê ya girîng ji bo me çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê ye.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
YNK'ê: Di pêşwazîkirina cotkarên genim de em cudakariyê qebûl nakin
07:36 PM - 2024-04-29 -
Xwendekarên Êraq û Herêmê ji bo xwendinê dişînin derve
01:07 PM - 2024-04-29 -
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
12:22 PM - 2024-04-28 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27
zêdetir tamaşe bike
Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
05:45 PM - 2024-04-29
Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
09:44 AM - 2024-04-29
Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne
03:39 PM - 2024-04-28
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
11:37 AM - 2024-04-28
zortrin xwendraw
-
Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
Kurdistan 09:44 AM - 2024-04-29 -
Xwendekarên Êraq û Herêmê ji bo xwendinê dişînin derve
Kurdistan 01:07 PM - 2024-04-29 -
Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
Êraq 05:45 PM - 2024-04-29 -
Parlamenterekî YNKê ji bo qerebûkirina Helebceyê 85 îmze kom dike
Kurdistan 07:11 PM - 2024-04-29 -
YNK'ê: Di pêşwazîkirina cotkarên genim de em cudakariyê qebûl nakin
Kurdistan 07:36 PM - 2024-04-29