Fraksiyona YNKê daxwaza mafên girtiyên siyasî yên Herêmê dike

Kurdistan 01:22 PM - 2024-04-15
Salona Encumena Nûnerên Êraqê PUKMEDIA

Salona Encumena Nûnerên Êraqê

Encumana Nûneran YNK

Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di nameyeke fermî de daxwaz ji parlamento û serokwezîrê Êraqê kir ku qanûna girtiyên siyasî serast bikin.
Di wê çarçoveyê de îro Duşemê 15-4-2024, yekem xwendina proje yasaya girtiyên siyasî tê kirin ku piştir ji aliya komîteya girtiyên siyasî û komîteya yasayî ve hatine amadekirin.

Di vê derbarê de endama Komîteya Şehîdan, Qurbaniyan û Girtiyên Siyasî li civata nûneran Çiro Heme Şerîf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragehand: Di rûniştina îro ya encumena nûneran de eê xwendina yekem a pêşniyara qanûna serrastkirina duyemîn ya qanûna Saziyên Girtiyên Siyasî ya jimare (4) ya sala 2006’an pêk were. Me daxwaz kir ku girtiyên siyasî yên Herêmê sûd ji imtiyazên ku hikûmeta federal daye girtiyên Êraqî werbigrin.

Endamê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya parlementoyê her wiha got: Gelek îmtiyaz ji bo girtiyên siyasî li Êraqê hene, ku hevtayên wan ên li herêmê ji wan bêpar in, wek dayîna pere, îmtiyazên madî û yekîneyên rûniştinêji ber wê em dixwazin mafên girtiyên kurd pêdin ji ber ku gelê kurd zerarmendên herî mezin bûn ji zulm û pêkanînên rêjîma Beis ya hilweşiyayî bû.

Çiro Heme Şerîf diyar kir: Em weke endamekî Komîteya Şehîd, Qurbanî û Girtiyên Siyasî me gelek caran hewl da û îmzeya nûneran ji bo sererastkirina yasayê kom kir, heta ku Serokatiya Meclisa Nûneran biryar da ku pêşniyarê têxe nav karnemaya rûniştina îro, û xwendina wê ya yekem dê were kirin, û bal kişand ser wê yekê ku “Di civînê de Civîna dawî ya fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya li gel serokwezîrê Encûmena Federal Mihemed Şeya El-Sudanî, yek ji daxwazên fireksiyona Yekîtî ku bi fermî pêşkêşî Serokwezîr hat kirin, kar li ser sererastkirina yasaya saziya girtiyên siyasî bike, bi awayekî ku di berjewendiya girtiyên siyasî yên herêmê de be.

Nûnerê Çiro Hema Şerîf ji bo dabînkirina alîkariyên darayî ji bo girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, nameyek fermî ji Serokatiya Encûmena Nûneran û Serokatiya Encûmena Wezîran a Federal re şand.
Di pirtûkê de 80 nûnerên ku hevxemiya xwe bi girtiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re nîşan dan, îmze kirin.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket