Komîsyon: Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amadekariyên me didomin

Kurdistan 05:02 PM - 2024-04-14
Cumane Xelayî PUKMEDIA

Cumane Xelayî

Hilbijartin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan amadekarî û xebatên xwe yên berdewam bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de ragihand.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumene El-Geleyî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji bo lidarxistina helbijartina parlemantoya Kurdistanê di roja 10-6-2024`an de ji aliyê serokatiya Herêmê ve li ser amadekarî û karên xwe berdewam e.

Wê got jî: proseya lêkolîna pêşnîyarên namzedan berdewam e û sibe navên namzedan bo wezareta navxwe û Desteya paqijiyê li Herêma Kurdistanê tên şandin û wezareta navxwe û desteya paqijiyê li Bexdadê re jî piştî lêkolîna li ser namzedan.

Wê berdewam kir: Komîsyon li ser karê xwe berdewam e û di demek nêzîk de dê dest bi proseya danîna modêla kertên dengan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike û kar berdewam e.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket