Kesayetên xwedî bandor dê beşdarî civîna Silêmaniyê bibin
Kurdistan 06:24 PM - 2024-04-13Heştemîn Civîna Silêmanî
Civîna 8emîn a Silêmaniyê ku yekemîn lûtkeya siyasî ya mezin li Iraq û herêma Kurdistanê ye, dê di 17 û 18ê Nîsanê de bi hevkariya Chatham House, Enstîtuya Rojhilata Navîn, The Century International, Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkî, Instituto Affari Internazionali, Koma Krîzê ya Navneteweyî û Navenda Plansazkirin û Lêkolînê ya Albayan were lidarxistin.
Civîn dê li zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê birêve biçe û dê mazûvaniya kesayetiyên bibandor ên Ewropa, Rojhilata Navîn û Amerîka bike û li ser mijarên giring û çareseriyên guncaw gotûbêj bike.
Civîna Silêmaniyê yek ji girîngtirîn platformên gotûbêj û pêşniyarkirina çareseriyên nû ji bo pirsgirêkên Iraq û navçeyê tê dîtin.
Civîna Silêmanî ya heştem li ser çawaniya beşdarkirina çalakvan û lêkolîneran di belgekirina ziyanên jîngehê û pêşxistina hişyariya bikaranîna wê de, herwiha gotûbêjkirina nakokiyên navçeyî, kirîza mirovî li Xezayê, çareseriyên enerjiyê yên berdewam û mijarên girîng li Iraq û navçeyê ye birêve biçe.
Civîna Silêmanî her sal zêdetirî 500 mêvan ji siyasetmedar, çalakvan, rojnamevan û zanyarên cîhanê dicivîne.Civîna heştem dê du rojan berdewam bike û dê li Silêmaniyê bê lidarxistin.
Civîna Silêmanî ya yekem di sala 2013an de li zanîngeha Amerîkî bi sernavê “Guhertina Jeopolîtîk li Rojhilata Navîn”, civîna duyemîn di sala 2014an de, civîna sêyemîn di sala 2015an de, civîna çaremîn di sala 2016an de, civîna pêncemîn di sala 2023an de Civîna heftemîn bi sernavê “Piştî 20 salan Îraq û navçe di nava pirsgirêkên nû yên cîhanî de” hat lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
YNK'ê: Di pêşwazîkirina cotkarên genim de em cudakariyê qebûl nakin
07:36 PM - 2024-04-29 -
Xwendekarên Êraq û Herêmê ji bo xwendinê dişînin derve
01:07 PM - 2024-04-29 -
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
12:22 PM - 2024-04-28 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27
zêdetir tamaşe bike
Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
05:45 PM - 2024-04-29
Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
09:44 AM - 2024-04-29
Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne
03:39 PM - 2024-04-28
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
11:37 AM - 2024-04-28
zortrin xwendraw
-
Kampaniya Dana Gazê rawestandina demkî ya hilberînê li kêlgeha Kormorê radigihîne
Kurdistan 09:44 AM - 2024-04-29 -
Xwendekarên Êraq û Herêmê ji bo xwendinê dişînin derve
Kurdistan 01:07 PM - 2024-04-29 -
Çar balyozên nû yên Iraqê dest bi kar bûn
Êraq 05:45 PM - 2024-04-29 -
Parlamenterekî YNKê ji bo qerebûkirina Helebceyê 85 îmze kom dike
Kurdistan 07:11 PM - 2024-04-29 -
YNK'ê: Di pêşwazîkirina cotkarên genim de em cudakariyê qebûl nakin
Kurdistan 07:36 PM - 2024-04-29