Berdevkê YNKê: Me xwe û lîsteya namzedan amade kiriye

YNK 01:34 PM - 2024-03-28
Saidî Pîre PUKMEDIA

Saidî Pîre

Hilbijartin

 Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanêblîsteya xwe ya namzedên hilbijartinên bê yên parlamentoyê amade kiriye û Saidî Pîra jî dibêje: Em li benda roja hilbijartinan in.

Yekîtî: 6 rojin navên namzedan amade ye

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Saidî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihand: "Navê namzedên me yên ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê 6 roj in amade ne û her 4 bazneyan dê ji komîsyonê re bên şandin.

Pîra got: Serokê lîsteyan dê ji aliyê serokê YNKê Bafil Celal Talebanî ve bên destnîşankirin û dê serpereştiya hemû kampînên li bazneyan jî bike.

%30 namzedên YNKê jin in

Saidî Ehmed Pîre derbarê destnîşankirin jin di lîsteya yekîtî de dibêje: Li gorî yasayê destnîşankirina jinê di lîdteyê de bûye 30% ku li ser bazneyan hatine dabeşkirin.
Her wiha got: Em ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê amade ne û em li benda roja hilbijartinê ne.

Roja Pêncşemê 28ê Adara 2024ê, dawîtirîn dema pêşkêşkirina namzedan û lîsteyên hevpeymanan bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû, lê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan 3 rojên din, heta 31ê Adarê, hat dirêjkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li gorî biryarnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 10ê Hezîrana 2024an de tên lidarxistin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket