Xanima Yekem banga bilindkirina rola jinan di medyayê de dike

Kurdistan 09:42 AM - 2024-03-28
Civîna xnima yekem li gel rojnemevanên jin Mekteba Ragihandê yê xanima yekem a Êraqê

Civîna xnima yekem li gel rojnemevanên jin

Jin Xanima Yekê ya Êraqê

Xanima Yekem Şenaz Îbrahîm Ehmed banga pêşxistina bername û planên piştgirî û bihêzkirina jinan li hemû saziyên ragihandinê kir.

Di civînekê de ku Xanima Yekem Şanaz Îbrahîm Ehmed li hola Xak a Silêmaniyê bi komek ji jinên pispor ên medyayê re lidarxistibû û bi wan re behsa rola jinan di warê ragihandinê de û awayên rûbirûbûna wan di saziyên ragihandinê de hat kirin.

Xanima Yekem got: Rêjeya nûneratiya jinan di dezgehên ragihandinê de her diçe zêde dibe û ev yek cihê dilxweşiyê ye, û diyar dike ku derfetên baş ji jinan re hene, û wan kariye astengiyan derbas bikin û jêhatîbûna xwe di warê medyaya dîtbarî, dengî, nivîskî û çapemenî de derxe, ji ber ku jin di şopandina medyayê û di ragihandina agahiyan de rolek erênî û berbiçav dilîzin.

Herwaha got: Jinek di ragehandinê de, çi ragehandinek be, çi pêşkêşkara bername, çi peyamnêr be, çi pispor be di mekteb de, pêwîstiya wê bi piştevanek niştimanî heye, da ku erkên xwe bi cîh bîne, karîn û şiyanên xwe diyar bike û pirsgirêkên ku li pêşiya wê dibin asteng di warê medyayê de derbas bike.

Xanima Yekem tekez kir ku jin di warê ragihandinê de bi ked gelek kar dikin û hin ji wan rastî gelek astengî û pirsgirêkan tên û divê em piştevan bin û destê alîkariyê bidin wan. Her çiqas hûn nûneratiya saziyên ragihandinê yên cuda bikin jî, ez ti cudahiyê nakim navbera we û serkeftinê ji we hemûyan re dixwazim, divê ji hev re bibin piştgir.

Xanima Yekem Şenaz Îbrahîm Ehmed tekezî li ser pêwîstiya damezrandina saziyek mîna rêxistinên femînîst kir ku tê de jinên ku di qada ragihandinê de dixebitin, bêyî ferq û îdeolojiya wan, ji bo kêmkirina ferqa di navbera jin û mêran de di warê ragihandinê de. beşdarî yekkirina dengê femînîst dike û ji bo bihêzkirina wan û parastina mafên wan di nav saziyên medyayê de bixebite.



PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket