Îraq hewl dide ku tometbar û pereyên hatine dizîn vegerîne

Êraq 05:53 PM - 2026-07-11
Desteya Destpakiya Federalî Ragihandina Desteya Destpakiya Federal

Desteya Destpakiya Federalî

Îraq

Desteya Destpakiya Federalî li Îraqê ragihand ku wê pêşnûmeyek ji bo îmzekirina çend yadeştên têgihîştinê ji bo vegerandina pere û ew tomatbarên li derveyî Îraqê amade kiriye.

Ajansa fermî ya Iraqê ya nûçeyan (INA) li ser zarê Abbas Mat Ab, rêveberê giştî yê fermangeha vegerandina pereyan ya Desteya Destpakiya Federalî ya îraqê û cîgirê serokê civata cîbicîkar ya Sindoqa Vegerandina Pereyan a Îraqê ragihand ku, hindek welat hene ku ji ber sedemên xwe, ew ji bo vegerandina pereyên gendelkaran hevkariyê nakin, di heman demê de welatên din jî hene ku di vî warî de hevkariyê dikin.

Her weha ragihand ku;Nivîsgeha me ji bo vegerandina pereyan û radestkirina tometbaran reşnivîsek amade kiriye daku bi van welatan re yadeştnameya têgihîştinê îmze bikin<digel wê jî em bi berdewamî pêşketin û rewşên welatan dişopînin, lê yasayên navxweyî yên hin ji van welatan rê nadin tedbîrên taybetî yên ku ji hêla Îraqê ve têne xwestin.

Ev yek jî di demekê de ye ku,berê, Desteya Destpakî ya Federal peymanek hevkariyê digel Nivîsingeha Neteweyî ya Interpolê re li Bexdayê îmze kir ku rê xweş dike ji bo gihîştina rasterast ya pergala agahdariyê ya Interpolê peyda dike, bi armanca handana nivîsingehên neteweyî ji bo berfirehkirina çarçoveya lêgerîn û dîtina agahdariya li ser kesên lê digerin;bi awayekî ku ew dezgeh jî ku bi tawankariyan re bi hemahengî digel polîsên navneteweyî yên li welatên cûda re hatine erkdarkirin jî di nav xwe de bigire.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket